'Divê jin rêxistinbûyina xwe xurt bikin' 2026-07-13 14:24:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Di civînekê de ku ji aliyê Meclisa Jinan a PYD'ê ve li Çilaxayê hate lidarxisitn, hate gotin, di qonaxa heyî de divê jin rêxistina xwe xurt bikin û li hemberî arîşeyên siyasî xebateke hevpar bînin, di heman demê de piştgiriya bi YPJ‘ê re bidomînin.   Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî ya Sûriyeyê, doyaya entegrasyonê, rola jinan di pêvajoyê de û astengiyên li pêşiya beşdariya wan a siyasî, civînek berfireh ji jinên bajarê Çilaxayê re li dar xist.   Di civînê de tevî endamên Nivîsgeha Jinan a PYD‘ê endamên komîn, meclisa bajar, saziyên sivîl amade bûn.   Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji rêvebrên Meclisa Jinan a PYD‘ê Horiya Şemdîn rewşa siyasî ya Sûriye û Rojhilata Navîn şîrove kir û bal kişand ser pêvajoya entegrasyonê ya di navbera QSD û hikumeta demkî de.   Horiya Şemdîn diyar kir ku peymana 29‘ê Cileyê êriş li ber êrişan girtin û rê li ber qonaxeke nû ya diyalog û aştiyê vekir.   Horiya Şemdîn destnîşan kir ku pêdiviya qonaxa heyî bi beşdariya rasteqîn a jinan heye da ku bi ser keve û aramî pêk were.   Horiya Şemdîn di dewama axaftina xwe de îşaret bi pirsgirêkên li pêşberî jinan kir û ev li gotinên xwe zêde kirin "Bi rêya belavkirina îdiayan ku pozîsyona jinan di saziyan de paşketiye û di siberojê de nayê naskirin, şerekî taybet li ser jinan tê meşandin. Armanc lawazkirina rola wan û paşguhkirina destkeftiyan e. Divê jin guh nedin van îdiayan. Divê rêxistina xwe xurt bikin û xebata xwe di qadên siyasî, civakî û aborî de bidomînin û destkeftiyên bi dest xistine biparêzin."   Horiya Şemdîn girîngiya domandina kampanyaya piştgiriya YPJ‘ê vegot û diyar kri ku YPJ‘ê mîsogeriya hebûna jinan e, divê statuya wê di wezareta parastinê de were qebûlkirin.   Beşdaran jî der barê mijarê de nêrînên xwe anînz iman.   Civîn bi berzkirina dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.