Li Girava Îmaraliyê cara yekem wêneyê bi malbatê re 2026-08-10 15:33:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Wêneyek ku di dema hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbata wî li Girava Îmraliyê de hatiye kişandin, hatiye parvekirin.   Parlamenterê Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan, wêneyê ku di dema hevdîtina Abdullah Ocalan bi malbata xwe re li Girava Îmraliyê hatiye kişandin, weşand.   Wêne, ku li ser hesabê medyaya dîjîtal hatiye parvekirin, Abdullah Ocalan bi xwişka xwe Fatma Ocalan û biraziyên xwe re nîşan dide.   Hat hînbûn ku wêne di dema serdana malbatê ya Cotmeha 2025'an de hatiye kişandin.