Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şînê kirin 2026-08-25 12:58:42   WAN - Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşên girseyî serdana şîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li Wanê kirin û dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.   Dayikên Aştiyê û ciwanên Wanî bi meşên girseyî serdana şîna ku ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê Kurdistanê yên di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li navçeya Artemêtanê ya Wanê kirin. Dayik û ciwanan di meşê de dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.   Ewilî Dayikên Aştiyê yên Erdîşê bi meşeke girseyî hatin li cîhê şînê û sersaxî dan malbatan. Dû re ciwan bi postereke mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin, ber bi cîhê şînê re meşiyan û sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin. Welatiyên di şînê de jî tev li xwendina sirûdê bûn û jinan tililî berz kirin.   Serdanên şînê bi awayeke girseyî didome.