Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Sedema mirina Rojîn Kabaîş eşkere bikin 2026-08-26 12:43:35   ENQERE -  Jinan a DEM Partiyê daxwaz kir ku sedema  mirina Rojîn Kabaiş eşkere bikin.   Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê Rojîn Kabaiş a ku li Wanê di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Di daxuyaniya ku li ser hesabê X  yê Meclîsa Jinan hate parvekirin de, komê bal kişand ser wê yekê ku kuştina jinan ji aliyê saziyên dewletê ve tê veşartin û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ew rastiya ku waliyê bajêr bêyî ku otopsiyek jî were kirin, ev kuştin wekî 'xwekujî' bi nav kir, delîlek e ji bo vê yekê. Herçend her roj agahiyên nû derbarê kuştina Rojîn Kabaiş de derdikevin holê jî bêdengiya wezîrên welêt nîşana wê yekê ye ku çawa rê li ber lêpirsînê tê girtin."   Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, bi balkişandina li ser madeyên çalak ên dermanan ku di rapora Saziya Tipa Edlî de hatine tespîtkirin û wiha got: "Ji ber ku ev encam ewqas zelal in, çaresernekirina dosyeya kuştina Rojîn Kabaişê piştî du salan, careke din eşkere dike ku dosyeyeke têkildarî kuştina jinekê çawa tê veşartin. Divê Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Dadê bersiva van pirsan bidin: Ew madeyên çalak ên dermanan ku di zik û organên hundirîn ên Rojînê de hatine tespîtkirin, ji ku derê hatine? Ev derman ji aliyê kê ve û kengî dane Rojînê? Gelo qeydên wê nexweşxaneyê ku emeliyat lê hatiye kirin, hatine kontrolkirin? Gelo şêwir bi bijîşk û xebatkarên tenduristiyê yên têkildar re hatiye kirin? Çima ev encam ev du sal in nebûne mijara lêpirsîneke berfireh? Eşkerekirina bersiva van pirsan dê her wiha bibe gaveke dilsozane ji bo têkoşîna li dijî kuştina jinan û tundiya li ser jinan li vî welatî. Zelalkirina dosyeya kuştina Rojîn Kabaiş, deynê vê hikûmetê yê li hemberî jinan e."