Kongra Star: Divê tu kes destûr nede dijminatiya di navbera gelan de 2026-09-12 16:08:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star diyar kir ku pevçûneke Kurd û Ereban li Rojava û li seranserê Sûriyeyê ne ji bo berjewendiya tu gelî ye û diyar kir ku divê tu kes destûrê nede ku tovên dijminatiyê di navbera gelan de bên çandin.   Koordînasyona Kongra Star der barê bûyera revandin û şehadeta endamê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê Sîpan Hiznî de daxuyaniyeke nivîskî da.   Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:   "Li Rojava, gengeşiya ku duh bi qetilkirina Şehîd Sîpan Hiznî dest pê kir û her ku diçe kûrtir dibe, îro ji bo gelên me gihîştiye qonaxeke pir xeternak. Zêdebûna rêze bûyerên ku hest û hesasiyetên gelên Kurd û Ereb dikin hedef, dest didin damarên herî hesas ên civakê û dikarin gelan li dijî hev provoke bikin, tu carî nikare wekî tesaduf were dîtin.   Wekî berê jî anîbû ziman, pêşî di çarçoveya bûyera şehîd Sîpan Hiznî de û bi giştî hemû pêşketinên ku qewimîn, xizmeta avakirina zemînekê pir xeternak dikin ku armanc dike Kurd û Ereb li hemberî hev bîne û hestên kin û nefretê di navbera gelan de mezintir bike. Îro ev gengeşî heta wê astê gihîştiye ku li Kobanê, di girtîgeheke ku girtîbûnên wê li dijî êrîşên nijadperest ên hikûmeta Şamê protesto dikirin, agir derket û di encamê de 9 hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan û gelek hemwelatî jî birîndar bûn. Ev yek careke din girîngî û giraniya rewşê nîşan dide. Em di serî de serxweşiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin, ji birîndaran re şîfayeke lezgîn dixwazin û êşa gelê Kobanê û hemû gelê me yê Rojava parve dikin.   Ev bûyer ji bo pêşeroja pêvajoya entegrasyonê ya ku li Sûriyê tê meşandin jî gelek pirsên girîng derdixe holê. Di demekê de ku pêvajoya entegrasyonê berdewam e, rêbazê ku ji aliyê gelê Kurd ve di mijara bikaranîna zimanê Kurdî de hatiye pêşkêşkirin nayê pejirandin û di vê çarçoveyê de bertek û çalakiyên civakî pêş dikevin; ev yek fikarên cidî derdixe holê ku hêzên ku naxwazin entegrasyon pêş bikeve û dixwazin ji vê nîqaşê sûdê werbigirin, bi îstîfade ji hesasiyetên di navbera gelan de dikarin bûyerên provokatîf tetîk bikin. Qetilkirina hovane ya Ş. Sîpan Hiznî û dû re pêşketinên li Kobanê jî divê ji vê aliyê ve bi awayekî tevahî werin nirxandin.   Divê tu siyasetek ku bi destdanîna li ser xalên hesas ên gelên Kurd û Ereb, bi îstîsmara êş û hesasiyetên civakan, hewl dide gelan li dijî hev bixe, nehêle. Her hewildaneke ku hêrs û kina gelan ber bi hev ve dibe, armanc digire pêşeroja Sûriyê û îradeya jiyana hevpar a gelên Rojava. Hikûmeta Şamê û hêzên girêdayî wê, di beramberî vê pêvajoya ku ber bi pêş ve diçe, rasterast berpirsiyar in. Divê polîtîkayên zext û şîdeta li dijî gelan bê derengî werin rawestandin; hemû bûyerên ku qewimîne divê bi awayekî serbixwe, vekirî û dadperwerane werin lêkolînkirin. Hewldana ku pirsgirêkên civakî bi hêzên ewlekariyê bên tepisandin, ji mezintirkirina tevliheviyê encameke din nede.   Pêşketina pevçûneke Kurd û Ereban li Rojava û li seranserê Sûriyê ne ji bo berjewendiya tu gelî ye. Berevajî vê, rewşeke wiha dê ji bo hêzên ku dixwazin jiyana hevpar a gelan, pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyê û îhtîmala çareseriya demokratîk sabote bikin, bibe firsendek.   Ji ber vê yekê, em bi taybetî bang li eşîrên Ereb, rûspî û kesayetiyên bandorker ên civakê û hemû aktorên civakî yên li herêmê dikin ku bi herî zêde baldar û berpirsiyar tevbigerevin. Divê tu kes nebe amûra provokasyonan û tu kes jî destûr nede ku tovên dijminatiyê di navbera gelan de bên çandin.   Bangewaziya me ya ji hemû gelê me û hemû hêzên demokratîk re ye;   Li hemberî provokasyonan hişyar bin û îradeya jiyana hevpar a gelan biparêzin. Nehêlin ku kesên ku dixwazin gelên me li dijî hev bixin, ji vê rewşê sûdê wergirin.   Wek Kongra Star, em bawer dikin ku di hemberî pêşketinên ku jiyana hevpar a gelan, lêgerîna çareseriya demokratîk û pêşerojeke aştiyane li Rojava û Sûriyê tehdît dikin, girîng e ku raya giştî ya navneteweyî, derdorên demokratîk, hemû hêzên ku pêşketinên herêmê dişopînin û hemû rêxistinên li Sûriyê hişyar û baldar bin û helwesta xwe eşkere bikin. Girîng e ku pêşketinên li Rojava û Sûriyê nebin sedema pevçûnên nû di navbera gelan de û zemîna demokratîk, ku tê de mafên wekhev ên Kurd, Ereb û hemû gelên herêmê tên parastin, were parastin.   Pêşeroja Rojava û Sûriyê ne di pevçûna gelan de ye; ew ê li ser bingeha wekhevî, dad, demokrasî û jiyana hevpar were avakirin."