Nobeta mexdurên erdhejê di roja 9’emîn de berdewam dike 2026-09-19 20:17:17   EQNERE - Endamên Platforma li Pey Edaletê ku ev 9 roj in li ber Wezareta Dadê nobetê digirin, diyar kirin ku divê kes û saziyên ji mirina xizmên wan berpirs bên darizandin.   Platforma Malbatên li Pey Edaletê, têkildarî mexdûriyetên malbatên ku erheja di 6’ê Sibata 2023’an de dijîn, ev 9 roj in li ber Wezareta Dade çalakiya rûniştine pêk tînin. Endamên platformê û malbatên ku di erhejê de mexdûr bûne, çalakiyê didomînin. Daxwazên wan ew e ku berpirs bên darizandin. Ji ber vê yekê dixwazin derbarê mijarê de bi wezaretê re hevdîtinê bikin.   Malbat dixwazin bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re hevdîtinê bikin û darizandin û amadekarina raporên kesên dizane neyên dirêjkirin.   Malbatan da zanîn ku heta daxwazên wan neyên cih wê nobeta wan bidome.