Hejmara nû ya Kovara Jinê derket 2026-09-20 09:58:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jinê bi sernavê 'Ji Rojhilat ber bi Cîhanê ve: Jin, Jiyan, Azadî' derket. Kovar di hejmara xwe ya nû de balê dikşîne ser felsefeya "Jin Jiyan Azadî" û bandora wê ya ku li cîhanê belav bûye.   Kovara Jinê, di hejmara xwe ya 186’an de, balê dikşîne ser têkoşîna Jin Jiyan Azadî, ku di salvegera çaremîn a kuştina Jîna Emînî de ji Rojhilatê Kurdistanê ber bi cîhanê ve belav bû. Bi nivîsên di vê hejmarê de li ser girêdana dîrokî û felsefî ya di navbera Jin, Jiyan Azadî analîz hatine kirin. Her wiha rola damezrîner a jinan di pêvajoyên şoreşgerî de hatiye destgirtin û bal hatiye kişandin ku çawa Jin Jiyan Azadî veguheriye zimanekî têkoşînê yê hevpar û gerdûnî û hêza ku wê aniye asta lêgerîna jiyana nû li Rojhilata Navîn nîqaş dikin.   Hemû sernavên di hejmara nû de wiha ne:   Di berbanga jiyana nû de: Avakirina Jin Jiyan Azadî / Gelawêj Ewrîn   Şoreşa ku îmzeya xwe dît / Ayşegul Ayaz   Sira gotinan / Sakîne Esen Yilmaz   Li Rojhilata Navîn bi Jin Jiyan Azadî re azadî / Esra Kahraman   Bila her kes tiştê jê hez dike bigre û bihêle / Burçak Sel