'Ji bo ku zarok nemirin ez ê têkoşînê bidim' 2026-09-22 09:08:19   Evîn Çîftçî   RIHA - Dayika Muhammed Kendircî, yê ku di bin îşkenceyê de hatibû qetilkirin, beriya danişîna dozê ya ku dê di 23'yê Îlonê de pêk were, daxwaza cezayên tundin û rêgir ji bo sûcdaran kir û soz da ku ew ê têbikoşe da ku pêşî li mirina zarokên din bigire.   Zarokên ku li Navendên Perwerdehiya Pîşeyî (MESEM) di bin navê şagirtî û stajê de wekî hêza kar a erzan û bêparastin têne xebitandin, ji ber şert û mercên kar ên bê ewlehî,, rûbirûyê mirin û îhmalkariyeke giran dibin. Raporeke nû ya Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DİSK-AR) eşkere dike ku hejmara zarokên karker ên di temenê 15-17 salî de di pênc salên dawî de ji sedî 69,6 zêde bûye. Ev rewş bi awayekî zelal nîşan dide ku nebûna tedbîrên pêşîlêgirtinê û kontrolên têrker li Tirkiyeyê,  mirina zarokan zêdetir dike.     Xwendekarekî 15-salî yê MESEM'ê Muhammed Kendîrcî li navçeya Hewagê ya Rihayê, di 14'ê Mijdara 2025'an de li atolyeya xeratiyê ya ku lê dixebitî, rastî îşkenceya Habip Aksoy hat. Muhammed Kendîrcî rakirin nexweşxaneyê lê di 19'ê Mijdara 2025'an de jiyana xwe ji dest da. Habip Aksoy yê ku di destpêkê de piştî binçavkirinê di çarçoveya lêpirsînê de hatibû berdan, piştre li Dîlokê dema ku hewl dida ji welat bireve, hat girtin. Danişîna doza têkildarî mirina Muhammed Kendircî, ji bo 23'yê Îlonê li Dadgeha Cezayê Giran a 10'emîn a Rihayê dê bê dîtin.   Dayika Muhammed Kendîrcî Nebîhe Kendîrcî, derbarê bûyerê de axivî.   Nebîhe Kendircî bi îdiaya ku delîlên têkildarî bûyerê li nexweşxaneyê hatine tunekirin, got: "Dema em li nexweşxaneyê bûn, cilên kurê min hatin tunekirin. Min telefonî serbijîşkê nexweşxaneyê kir û got: 'Doktor, bûyereke wiha li nexweşxaneyê çêbû û cilên zarokê min winda ne.' Wî ji min re got ku ew ê were nexweşxaneyê û min bibîne. Dema hat, min pirsî: 'Doktor, pantol li ku ye?' Wî bi hêsanî ji min re got: 'Avêtine çopê.' Gelo li vê nexweşxaneyê tu çavdêrî nîne? Gelo polîs an cendirme li wir nînin? Piştî bûyereke wiha, çawa dikarin wan cilan bavêjin çopê? Saetek piştî avêtina wan, êdî tiştek di wê çopê de nemabû. Gelo armanc ew bû ku ew çop tavilê were tunekirin? Cilên zarokê min hîn jî winda ne."   'MESEM zarokan îstîsmar dike'   Nebîhe Kendîrcî, ya ku naxwaze kes zarokê xwe bişîne MESEM'ê, wiha anî ziman: "Li wê dera ku ew çûyê, ne kamera, ne ewlekarî, ne perwerde û ne jî çavdêrî heye. Yusuf Tekin, zarokê min li ku ye? Min zarokê xwe şand dibistanê. Zarokê min ne karker bû; ew li wir xwendekar bû. Ez ne muhtacê wan sê an pênc hezar lîreyên ku dewlet dide me. Lê neçar bûm ku zarokê xwe bişînim wê dibistanê; me neçarî ew kirine. Kesê ku encamên vê yekê kişand, zarokê min bû. Niha her kes li jiyana xwe vedigere. Cihê kar hîn jî kar dike û bernameya MESEM'ê berdewam e. Dema em ji wezîr Yusuf Tekin dipirsin 'Ev bûyer qewimîn; hûn çi dibêjin?', ew îdia dikin ku nikarin MESEM'ê ji ber van bûyeran bigirin. Min zarokê xwe spart wanzarokê ku min bi awayekî pir bi baldarî diparast û lê xwedî derdiket. Li MESEM'ê, zarok ji bo her cure karî tên bikaranîn."   'Divê werin cezakirin'   Nebîhe Kendîrcî bal kişand   ser pêwîstiya sepandina cezayên têrker ku rê li ber sûcên din digirin ji bo sûcdaran û got: “Ew kesê ku zarokê min kuşt, niha di girtîgehê de ye. Dibe ku ew 3, 5 an jî 10 salan di girtîgehê de bimîne û paşê serbest bê berdan, lê zarokê min êdî qet venagere. Eger cezayên têrker hebûna, em neçar nediman ku em tiştên wiha bijîn. Ji ber ku zarokê min jiyana xwe ji dest da, divê kujer cezayê ku heq dike werbigire. Ez tenê dikarim li peyam û axaftinên ku me bi rêya telefona wî kiribûn, binêrim. 10 meh derbas bûn û ez hîn jî li benda kurê xwe me. Roj û şevên me êdî ne wekî berê ne..Ez hewl didim ku bi hêz bimînim, lê ez bi temamî westiyam û hêza min nemaye.”   ‘Ez ê ji bo Muhammedên din têbikoşim’   Nebîhe Kendîrcî,  diyar kir ku ew ê têbikoşe da ku “tu Muhammedên din nemirin” û got: “Ez bang li her kesî dikim: Ez dixwazim hûn piştgiriya me bikin. Ev bûyereke wiha ye ku bandorê li her kesî dike. Îro dor hatibû ser zarokê min; sibê dibe ku dor were ser zarokê we jî. Ez dixwazim roja danişînê her kesî li kêleka xwe bibînim. Ez dixwazim edalet pêk were. Divê siyaset û pêvajoya darazê bi hev re neyên tevlîhevkirin. Ez dixwazim hemû kesên ku di vê bûyerê de têkildar in, werin eşkerekirin. Ez ê têbikoşim da ku tu Muhammedên din neyên kuştin.”