Kesên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûn hatin bibîranîn 2026-09-24 16:12:30   ŞIRNEX - Pakrawanên têkoşîna azadiyê li navçeyên Silopiya û Qilebanê hatin bibîranîn.    Bernameyên bibîranînê yên ji bo pakrawanên têkoşîna azadiya Kurd li navçeyên Silopiya û Qilebanê hatin lidarxistin bi girseyî hat ziyaretkirin. Bernameya ku bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) bi hat ziyaretkirin tevî nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên civakî gelek kes beşdar bûn.   Bernameya ku bi merasîma bibîranînê dest pê kir, bi domdarî dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin.    Qileban   Li gundê Heletê Diyat Urek (Mehmet Goyî), li gundê Nêrweh ên Qilebanê Nahîde Ark (Hêvîdar Penaber) hatin bibîranîn. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di bernameyê de axivî û ev tişt got: “Deme em qala şehîdan dikin, peyv kêm dimînin. Wan ji bo gel canê xwes dan. Em ê wan tu carî ji bîr nekin. Di dîroka Tirkiyeyê de li dijî gelê me gelek komkujî pêk hat û gelê Kurd rexmê hemû zextan dev ji têkoşîna xwe berneda.”     Sîlopiya   Ji bo Metîn Altintoprak (Destan Spertî) li taxa Zapê ya naveçya Silopiya ya Şirnexê bernameya bibîranînê li mala malbatê hat lidarxisitn. Girseya ku nêzî cihê bibîranînê kom bû bi pankarta “Şehîdên me rûmeta me ye” meşiya û beşdarî bibîranînê bû. Di meşê de bi domdarî dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin û bername bi merasîma rêzgirtinê des pê kir.    Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî.   Apê Metîn Altıntoprak Huseyîn Altıntoprak jî spasiya beşdaran kir û got: “Şehîd, şehîdê me hemûyan e. Em hêvîdar in ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi serbikeve.”