Li Stenbolê nebza kolanê: Bêbawerî kûr, daxwaza edalet û aştiyê zelal e 2026-09-25 09:05:03   Elfazi Toral   STENBOL - Welatiyên li kolanên Stenbolê der barê pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de axivîn diyar kirin ku guherîna zîhniyeta civakî bi welatibûna wekhev û edaletê pêkan e û wiha got: “Divê mafê her kesî bê nasîn. Çareserî ji gavên şênber pêkan e.”   Li Stenbolê welatiyan der barê pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de axivîn û diyar kirin ku divê pêşdaraz bişkên û heta zîhniyet neguhere, gavên hiqûqî û siyasî hawira aramiyê pêk nayne.    Çareserî bi ciwanan re ye   Welatiyan daxuyakirin ku bi aktorên siyasî yên heyî pêkanîna aştiya civakî zehmet e û çareseriyê bi ciwanan re dibînin. Welatiyan di mijara azadiya fikr û ramanê, pêknehatina mekanîzmayên edaletê de saziyên dewletê rexne kirin û gotin gav û gotinên aştiyê ji guherînek mayînde wêdetir, wek mijûlkirinê îfade kirin.   'Divê her kes bi awayekî wekhev bikeve bin ewlehiyê'   Welatiyan destnîşan kirin ku têgehên demokrasî û aştiyê divê li ser mafên şênber teşe bibin û bi taybet jî welatibûna wekhev derxistin pêş.  Welatiyan diyar kirin ku divê bêyî newekheviya zayendî, ol, nîjadê bê kirin divê her kes bi awayekî wekhev bikeve bin ewlehiyê û ligel vê aborî û hêza girtinê jî wek parçeyek aramiya civakî nirxandin.   Bendewariya esas: Bawerî   Di axaftinan de hat xwestin ku divê rondikên dayikan rawestin, têkiliyên cîrantiyê ji nûve şîn bibin û newekhevî tunebe. Her wiha bendewariya herî mezin jî pêşerojeke bi ewle bû. Ligel vê ji bo pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" jî daxwazên xwe anîn ziman û gotin wê piştgiriyê bidin her gava ku ji bo aştiyê tê avêtinê.