Li Îranê di Tebax û Îlonê de 15 jin û zarok hatin kuştin û darvekirin 2026-09-25 11:45:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî raporên mafên mirovan, di mehên Tebax û Îlonê de li Îranê herî kêm 15 jin û zarok hatine kuştin û 4 jin hatine darvekirin. Pispor vê tundiyê bi valahiyên qanûnî û nebûna ewlehiyê ve girêdidin.   Rêjeya zêde ya tawanên navmalî û kuştina jin û zarokan li Îranê ne encama bêserûberiyên takekesî ye, encama valahiya di qanûnên parastinê de, nebûna ewlehiya civakî û rastiya ku şîdeta navmalî wekî sûc nayê pênasekirin e. Nebûna malên bi ewle, têkçûna dadweriyê di mudaxeleya bi biryar de li dijî gefên ji dozger an hevjînên berê û rewakirina tundiyê li ser bingehan wekî "namûs" rê daye sûcdaran ku mal û cihên kar ên jin û zarokan veguherînin cihên mirinê. Li gorî daneyên ku di raporên mafên mirovan de hatine tomarkirin, di mehên Tebax û Îlonê de, herî kêm 12 jin û 3 hatine kuştin. 2 jinan ji ber zexta tundiya ku dîtine xwe kuştine û 4 jin di girtîgehan de hatine darvekirin.   *24’ê Tebaxê Nefşe Heyderî ya 40 salî ku sê zarokan wê hebûn, li Bokanê ji ber şîdeta navmalî ya kudubarekirî xwe kuşt.   *25’ê Tebaxê, li Meşhedê, zilamekî hevjîna xwe ya 61 salî kuşt.   *25’ê Tebaxê, jina bi navê Zehra Azîzpur a 43 salî ya ji Erdebîlê, li Girtîgeha Reştê hat darvekirin.   *28’ê Tebaxê, keça 16 salî, Hana Raqa li taxa Devletabadê ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin.   *28’ê Tebaxê, li navçeya Torq a Meşhedê, mêrek 26 salî hevjîna xwe Zehra R. a 23 salî û du zarokên xwe yên biçûk, Yasînê yeksalî û Radvînê dusalî û nîv kuştin.   *4’ê Îlonê, Nîlufer Mojaver a 27 salî piştî ku ji aliyê mêrekî 41 salî ve rastî îşkence û tecawizê hat, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.   *6’ê Îlonê, jineke 27 salî ji aliyê hevjînê xwe ve li navçeya Abadeyê hat kuştin.   *6’ê Îlonê, Fatima Jahangard a 40 salî li Zindana Vekîlabadê ya Meşhedê hat darvekirin.   *7’ê Îlonê, Fatima Sadat Tabatabaî li navçeya Bem ji aliyê hevjîn û xezûrê xwe ve hat kuştin.   *10’ê Îlonê, jinek bi navê "Meryem" li Tehranê ji aliyê mêrê xwe ve bi jehrê hate kuştin.   *11’ê Îlonê, jinek 75 salî li rojhilatê Tehranê ji aliyê kurê xwe ve hat kuştin.   *12’ê Îlonê, Sada Şenui ya 27 salî, yê ji gundê Molla Îsa yê Uşnuviyê ku dayîka zarokek e, ji ber zext û tundiya nava malê xwe şewitand.   *14’ê Îlonê, Zeynep Recebî ya 46 salî û dayîka sê zarokan, li Girtîgeha Îsfahanê hat darvekirin.   *14’ê Îlonê, Rizvan Asgarzade, yê 45 salî, li Girtîgeha Navendî ya Îsfahanê (Destgerd) hat darvekirin.   *17ê Îlonê, Şeyla Mehmûdî, 45 salî, ji gundê Mehrgan ê Revanserê, ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin.   *17’ ê Îlonê, li gorî agahiyan, cenazeyên pênc kesên ji heman malbatê (dayîk, du keç û du kur) li nêzî Bulvara Sîmon Bolîvar a Tehranê di bîreke 20 metre kûr de hatin dîtin. Hat ragihandin ku malbat nêzî salek berê winda bûbû.   *22 Îlonê, jineke ciwan li cihê karê xwe yê li Mohammadshahr, Kerajê ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hate kuştin.   Divê bê zanîn ku hinek ji bûyerên kuştin û îşkenceyê yên di Îlona 2026’an de hatine ragihandin, di rastiyê de di mehên berê yan jî di sala borî de qewimîne. Ev bûyer ji ber sansura nûçeyan an jî pêvajoyên dirêj ên qanûnî bi derengî ji medyayê re hatin ragihandin:   *10’ê Tebaxê de, Azîta Rehmetzehî ya 24 salî li Çabaharê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.   * 16’ê Tebaxê de, cenazeyê keçeke 14 salî Atena Kasimî ji Kerajê ku ji 25ê Tebaxê ve winda bû, mehek şûnda li saziya dadwerî hat dîtin. Hat ragihandin ku beriya mirinê îşkence lê hatiye kirin, porê wê hatiye birîn û ji qata pêncemîn ketiye xwarê.   Doza der barê kuştina jineke bi navê "Maria" û du zarokên wê yên 5 û 2.5 salî ku salek û nîv berê qewimîbû, li dadgeha ceza ya eyaletê bi dawî bû, nûçeyên têkildarî dozê di meha Îlonê de hatin weşandin.