'Em li dijî komployê li Saraçxaneyên tên gel hev' 2026-10-08 09:09:37   Elfazî Toral   STENBOL - Zînet Teymur ji bo çalakiya ku wê di 28’emîn salvegera Komploya Navneteweyî de li Qada Saraçxane ya Stenbolê pêk bê, banga tevlibûnê kir û got: “Ji bo valaderxistina komployê û azadiya fîzîkî ya serokatiyê em hemû gelan di 9’ê Cotmehê de vexwendiyê Saraçxaneyê dikin.”   Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê di 28’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an, bi dirûşmeya "Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk ji Birêz Ocalan re azadî"  li Qada Saraçxane ya Fatîhê çalakiyê pêk tîne. Di çalakiya ku di salvegera komployê de di 9’ê Cotmehê de saet di 18’an de wê pêk bê de tê armanckirin ku komplo bê şermezarkirin û daxwaza aştiyê derkeve pêş.   Berdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Herêma Marmarayê Zînyet Teymur  der barê çalakiyê de axivî û banga tevlibûnê kir.   ‘Komplo negihişt armanca xwe’   Zînet Teymur got armanca komployê ev bû ku Abdullah Ocalan ji gel dûr bixin û got: “Hêzên komplo plan kirin, digotin wê PKK belav bibe. Lê birêz Ocalan bi parêzname û paradîgma xwe polîtîka vala derxist. Ne gelê Kurd dest ji Ocalan berda ne jî wî dest ji kardor û gelê xwe berda. Berovajî vê têkoşîn mezin kir. Felsefeya wî li her derê veguherî rêxistibûnê.”   ‘Jin bi felsefeya Ocalan xwe rêxistin dikin’   Zînet Teymur balkişand ser rola jinan a di têkoşînê de û wiha bi lêv kir: “Em jin tu car ji felsefeya Birêz Ocalan qut nebûn. Em xwe digihînin her jinî û xebata xebateke xurt dihûnin. Em li hemû navçeyên Stenbolê li qadane. Em dixwazin azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pek bê û pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin. Birêz Ocalan gavên pêwist avêtiye. Niha dora dewletê ye lê dewlet ji avêtina gavan xwe dur dixe.”   Banga ji bo Saraçhaneyê   Zînet Teymur wiha dawî lê anî: “Armanca çalakiya di 9’ê Cotmehê de ev e ku tecrîd bê şikandin û pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin, gavên ji bo çareseriyê bên avêtin. Ji bo valaderxistina komployê û azadiya fîzîkî ya serokatiyê em hemû gelan di 9’ê Cotmehê de vexwendiyê Saraçxaneyê dikin.”