Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî xirab dibe 2026-10-09 13:26:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî li gel ku li nexweşxaneyekê tê dermankirin, nebaş bû.   Li ser rewşa tenduristiyê ya xwediya Xelata  Aştiyê ya Nobelê Nêrgis Mihemedî parêzerê wê daxuyaniyek da.   Hate ragihandin ku Nêrgis Mihemedî ya ji ber nexweşiya dil nêzî hefteyeke li nexweşxaneyê tê dermankirin 20 kîlo li xwe kêm kiriye û bi zehmetî dikare biaxive.   Nêrgis Mihemedî 1'ê Gulanê li Girtîgeha Zencanê krîza dil derbas kiribû. Ji wê demê ve rewşa wê ya tenduristiyê nebaş dibe.