‘Di alî ziman de divê em xwedî li pêvajoyê derkevin’ 2026-10-10 09:04:02   Nazlican Nûjîn Yildiz   COLEMÊRG - Hevseroka Zimangeh-Der Adîle Kutlar da zanîn ku serlêdanên ji bo Zimangeh-Der ya piştî 13 salan şûnde li Geverê hatine vekirin didomin û got nêzîkatiya li hember ziman gelek girîng e û wiha got: “Divê ewil em zimanê xwe fêr bibin û pêş bixînin.”   Li navçeya Gever a Colemêrgê  13 sal berê Kurdî Der bi KHK’ê hat girtin û piştî 13 salan şûnde li navçeyê Komeleya Pêşxistin Lêkolîn û Perwerdehiya Zimanê Kurdî (Zimangeh-Der) hat vekirin.Li komeleya ku ewil sê pol hatin vekirin, serlêdan didomin. Hevseroka Zimangeh-Der Adîle Kutlar der barê girîngiya ziman de axivî û  balkişand ser xwedîderketina li pêvaoyê û got divê statuya zimanê Kurdî bê dayîn.   ‘Divê malbat bi zarokên xwe re biaxivin’   Adîle Kutlar da zanîn ku Kurdî-Der 13 sal berê hatiye girtin û piştî 13 salan şûnde Zimangeh-Der hatye vekirin û got: “Me komele 8 meh berê vekir. Me çend pol vekirin. Armanca me ji bo mirovên xwendin û nivîsandina Kurdî nizanin pol bê vekirin bû. Piştî 13 salan şûnde vekirina komeleyê em pir kêfxweş kirin. Gelek girînge ku malbat bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin. Hinek malbat hene ji bo zarokên wan li dibistanê zehmetiyan nekşÎnin tirkî diaxivin. Lê ev şaşiyek mezine. Divê mirov ewil zimanê xwe biaxivin.Divê her kes bi zarokên xwe re Kurdî biaxive. An jî wê ziman winda bibe.”   Serlêdan didomin   Adîle Kutlar wiha pê de çû: “Me ewil sê pol vekirin. Me di du polande asta ewil qedand. Yên asta duyemîn û yên ji bo ya yekemîn serlêdan kirine jî didomin. Di esasa serlêdanan de em dest bi dersan dikin. Ziman hebûna mirovane. Divê her kes xwedî li zmanê xwe derkeve.  Dema nû ya perwerdê destpêkiriye. Em bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin. Divê Kurdî wek dersa bijarte neyê dayîn. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin.”