Êrişên li Hesekê li Kobanê hat şermezarkirin 2026-10-14 13:08:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê siyasetmedarên jin destdirêjiya li ser wêneyên pakrewanên jin şermezar kir û da zanîn ku ew êrişa li dijî pîroziyên civakê, îrade û yekitiya gel e, jinan daxwaz ji saziyên ewlehiyê kir ku berpirsên vê kiryarê bi lez darizînin û ceza bikin.   Siyasetmedarên jin ên li bajarê Kobanê, der barê destdirêjiya li ser wêneyên pakrewanên jin a li bajarê Hesekê, li ber avahiya Nivîsgeha PYD`ê bi beşdariya nûnerên rêxistinên jinan, daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla endama rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bediya Miho ve hat dayîn.   Bediya Miho da zanîn ku şehîd sembola azadî û rûmeta gel in, parastina bîranîna wan erka herî bingehîn a exlaqî û neteweyî ye, şehîd pîroziyên gel in û tu kes nikare destdirêjiyê li nirxên wan bike û got: “Ev kiryar hewldaneke aşkare ya ji bo tehrîkkirina gel û binpêkirina nirxên pîroz ên şehîdan e, ev êrîş ne tenê li dijî wêneyên şehîdan e, ew li dijî îrade û yekîtiya gelê me ye.”   Bediya Miho diyar kir ku ev nirx û destkeftiyên heyî bi berxwedaneke mezin hatiye bidestxistin, ew bi tu awayî van êrîşan qebûl nekin. Bediya Miho bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku li gorî peymanan tevbigerin, her wiha bang li aliyên peywendîdar û saziyên ewlehiyê kir ku berpirsên vê kiryarê bi lez darizînin û ceza bikin.