Kongra Star li Qamişloyê li dijî êrişan daxuyanî da 2026-10-15 12:06:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişlo Kongra Star bi daxuyaniyek li hemberî destdirêjiyên li ser peykerê keziya jina Kurd û wêneyên pakrewanan ên di van rojên dawî de li Hesekê pêk hatin, helwesta xwe anî ziman.   Di van çend rojên dawî de, li Hesekê destdirêjiya li ser peykerê keziya jina Kurd û wêneyên pakrewanan, bû sedema bertekan. Li hemberî van kiryarên ku rasterast li ser nasnameya jinên Kurd û sembolên berxwedanê ne, Kongra Star li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, bi daxuyaniyek helwesta xwe ya li hemberî van binpêkirinan anî ziman. Daxuyanî li pêşiya navenda Kongra Star a kantona Qamişloyê, bi beşdariya tevger û rêxistinên jinan hat dayîn. Li ser navê Kongra Star daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Rojîn Mûsê û bi zimanê Erebî ji aliyê Ronaz Îbrahîm ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    “Em bêrêziya li hemberî wêneyên şehîdên Kurd li taxa Xiwêran a Hesekê û her wiha ya li ser wêneyê Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Em van kiryarên bêrêz şermezar dikin. Bi van êrîşan hewl didin hest û rûmeta gelê Kurd bişkînin. Ev yek bêtehumiya wan a li hemberî sembol û nirxên wan ên neteweyî û şoreşgerî nîşan dide.   Ev kiryar ji aliyê exlaqî û mirovî ve nayên qebûlkirin. Êrîşên li ser hestên beşeke berfireh a civakê, aştiya sivîl û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê tehdît dikin û derî li ber belavbûna gotinên nefretê û teşwîqkirina tundiyê vedikin. Kiryarên wiha bi tu hincetan nayên rewakirin. Divê rêz ji sembol, bawerî û nirxên ku pêkhateyên cuda yên civakê temsîl dikin re were girtin.   Ji ber vê yekê, em daxwaz dikin ku rayedarên têkildar berpirsiyariyên xwe li hemberî van bûyeran bi cih bînin, li ser wan lêkolîn bikin û ji berpirsên van kiryaran hesab bipirsin. Her wiha, em bang li kesayetên eşîrî, civakî û siyasî dikin ku helwesteke zelal û berpirsiyar bigrin, teşwîqkirina van kiryaran red bikin û beşdarî parastina aştiya sivîl û pêşxistina çanda rêzgirtina hevbeş bibin.   Rûmeta şehîdan xeta sor e, rêzgirtina li fedakariyên wan erkek e û redkirina heqareta li dijî sembol û civakên wan berpirsiyariyeke exlaqî û civakî ye. Em piştrast dikin ku parastina rûmeta hemû civakan û rêzgirtina nasname û mafên wan bingeheke saxlem ji bo jiyana hevbeş û pêkanîna aştiyê ava dike.”