Çûn û hatina taxên sînorî yên Kobanî hatin girtin
- 12:33 22 Çile 2026
- Rojane
RIHA - Çûn û hatina taxên Pirsûsê yên li ser sînorê Kobanî ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin.
Beriya meşa ku ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li dijî êrîşên li ser Rojava hatibû lidarxistin, çûn û hatina taxên sînorî yên navçeyê ji aliyê leşkeran ve hatibû girtin. Hemû rêyên ber bi sînor û taxên nêzîk ve bi barîkatên leşkerî hatibûn girtin û destûr nehatibû dayîn ku kes ji taxan derkeve, qaşo ji ber ku ferman "ji jor" hatiye.







