Çeteyan malbateke Kurd qetil kir
- 22:49 22 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYA - Çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞ’ê li Reqayê malbateke Kurd a 5 kesî ya ji gundê Kork ê gundewarê Kobanê qetil kir.
Çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞ’ê yên hikûmeta demkî malbateke Kurd a ji 5 kesan pêk tê ya ji gundê Kork ê gundewarê bakurê rojhilatê Kobanê, dema hewl dida ji bajarê Reqayê derkeve, qetil kir.
Dema malbatê hewl da ji hovîtiya çeteyan ji bajarê Reqayê bireve, çeteyan ew înfaz kirin. Li gorî çavkaniyan cenazeyên malbatê li ser rêyan bûn. Navên ferdên malbatê wiha ne; bav-Mihemed Îsmaîl El Salih, dayik-Sara Şahîn Salih, Yûsif Mihemed Salih, Leyla Mihemed Salih û zarok-Evîn Mihemed Salih.







