Mîdye Mîqdet: Vegera li Efînê têrê nake divê çete derkevin

  • 09:04 24 Adar 2026
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
RIHA- Rojnameger Midye Miqdet, diyar kir ku vegera li Efrînê piştî Newrozê jî berdewam dike, destnîşan kir ku malên niştecihên Efrînê ji aliyê HTŞ'ê ve hatine desteserkirin û got, "Bi awayekî, Efrîn hîn jî di bin dagirkeriyê de ye. Vegera li Efrînê têrê nake; divê çete ji malên niştecihên Efrînê derkevin."
 
Tirkiye û çeteyên ku ew piştgiriya wan dike di 20'ê Çileya 2018'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi dagirkirina Efrînê kirin. Di encama êrîşên  ku 79 balafirên şer ên Tirk, bi hezaran leşker û çete başdarî wê bûn, bajar bi rastî jî bûye kavil, bi sedan kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Heta 18'ê Adara 2018'an, bi deh hezaran niştecihên Efrînê neçar man ku koçber bibin. Di heşt salên borî de, 700 kes hatine kuştin û 10,000 kes, di nav de 1,000 jin û zarok, hatine revandin. Êrîşên dagirkeriyê, ku rejîma Baas jî beşdarî wan bûye, bi dawî nebûne û tenê navên hikûmet û çeteyan hatine guhertin. Şêniyên Efrînê yên ku xwe spartibûn taxên Şexmeqsûd, Eşrefiyê, Hesekê, Dêrîk û Qamişloyê û yên li Efrînê jî li wir rastî êrîşan hatin.
 
Di 6'ê Çile de, komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin û çeteyên HTŞ'ê êrîşî taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê kirin, piştre jî êrîşî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava kirin. Heta 29'ê Çile, di navbera Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HTŞ de peymanek hatibû çêkirin. Yek ji bendên peymanê vegera xelkên Efrîn bû ku ji ber êrîşan bi zorê koçber bûbûn. Di qonaxa yekem de, di 8'ê Adarê de 400 malbat vegeriyan Efrînê. Li gorî daxuyaniyan, tê payîn ku vegera din a Efrînê jî hebe.
 
Rojnamevan Midiye Mîqdest ku li herêmê dixebite, rewşa Efrînê û koçberên ku dê vegerin Efrînê ji JINNEWS re nirxand.
 
'Berxwedana li dijî êrîşan bi israr berdewam kir'
 
Midye Miqdet diyar kir ku piştî Tirkiyeyê di 18'ê Adara 2018'an de bi 79 balafirên şer êrîş kir, xelkê Efrînê neçar man ku ji malên xwe derkevin. Midye Miqdet, derbarê bûyerên piştre de got: "Dema ku dewleta Tirk ji aliyekî ve êrîşên xwe didomand, rejîma Baasê ji aliyê din ve zextên xwe li ser gel zêde kirin. Armanca her du dewletan ew bû ku hewl bidin berxwedana gel bi dawî bikin. Lê berxwedanê heta dawiyê berdewam kir. Bi hilweşîna rejîma Baasê re, êrîşên dewleta Tirkiyeyê û HTŞ'ê bandorek girîng kirin. Ji bo bidawîkirina komkujiyan û pêşîgirtina li êrîşên ku armanca wan tunekirina nasnameya Kurd e, niha mirov ji kantona Şehba koç dikin ber bi taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê û Reqa û Tebqayêku di bin kontrola rêveberiya xweser de ne. Her wiha êrîş li ser taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê jî têne kirin û careke din, mirov ji wir koç dikin. Di encamê de Piştî êrîşan, kontrola Reqa û Tebqayêku xelkê li wêderê ji xwe re wek sitargeh dîtiû, dikeve destê çeteyan. Ji ber vê yekê, ew koçî Hesekê û Qamîşloyê dikin. Tevî van hemû pêkanînan jî berxwedan dewam dike."
 
'Veger têrê nake, divê HTŞ ji malan derkeve'
 
Mîdye Miqdet diyar kir ku di encama peymana di navbera QSD û HTŞ'ê ya di 29'ê Çile de di 9'ê Adarê de 400 malbat vegeriyan Efrînê û got, "Amadekarî ji bo karwanek din ku piştî Nevrozê vegere Efrînê didomin. Karwanê yekem ji 400 malbatên ji Efrînê pêk dihat. Tê payîn ku koçber bi vî rengî hêdî hêdî vegerin ser axa xwe. Lêbelê, pirsgirêk ne tenê veger e; çeteyan malbatên xwe li malên koçberên Efrîn bi cih kirine. Ew dixwazin kontrola xwe li ser milkên xelkê Efrînê biparêzin. Bi vî rengî, tenê veger têrê nake; divê ew ji malên xelkê Efrînê derkevin. Bi awayekî, Efrîn hîn jî di bin dagirkeriyê de ye. Ji bo ku vegera ewle pêk were, divê çete ji malên ku dagir kirine derkevin."
 
'Divê dewleta Tirk ji Efrîn were derxistin'
 
Mîdye Miqdet tekez kir ku gelek malên niştecihên Efrînê ji aliyê HTŞ'ê ve hatine desteserkirin û destnîşan kir ku dema gelê Efrînê vedigere malên xwe, pêdivî bi ewlehiyê heye û got "Wekî din, divê dewletek bandora xwe li ser dewleteke din bike. Divê hikûmeta li vir bikaribe dewleta Tirk ji vir derxîne. Armanca dewleta Tirk li vir dagirkerî ye. Ji ber vê yekê, erka sereke ya hikûmeta li vir derxistina dewleta Tirk ji Efrînê ye. Divê ewlehî ji bo gel were peydakirin da ku karwanên din werin. Em naxwazin dema ku em vegerin bi pêlek din a koçberî û komkujiyan re rû bi rû bimînin. Bi vî rengî, pêşî divê ewlehiya me bê misogerkirin.."