TJA'yê bertek nîşanî girtina Esra Işık da
- 13:02 3 Nîsan 2026
- Rojane
AMED - TJA'yê têkildarî girtina Esra Işik a ku li dijî desteserkirina daristana Akbelenê ji aliyê Limak Holding ve li ber xwe da, daxuyaniyek weşand û got, "Em şahid in ku Esra parêzvana jiyan, xweza û hebûna jinan e. Têkoşîna Esra, têkoşîna gelê Îkizkoy, têkoşîna me ye. Divê Esra tavilê were berdan."
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî girtina Esra Işık a ku li dijî xespkirina daristanê ya ji aliyê Limak Holdingê ve li berxwe da daxuyanî da.
TJA'yê di daxuyaniya xwe de got:"Rizgarkirina xwezayê ya ji Cûdiyê heta Akbelenê têkoşîna me ya hevpar e. Wekî TJA'yê, em şahidên parastina Esrayê ya jiyan, xweza û hebûna jinan in. Têkoşîna Esrayê, têkoşîna gelê Ikizkoyê, têkoşîna me ye. Divê Esra tavilê were berdan."







