Vîdeoya hunermendan a ji bo piştgirîdayîna Rojava

  • 21:37 22 Çile 2026
  • Rojane
STENBOL – Hunermendan li dijî êrişên li ser Rojavayê banga hevgirtinê kirin û gotin: "Êrişa li ser Rojavayê êrişeke li dijî parastina jinan e. Em li gel Rojavayê ne."
 
Hunermendan di vîdeoyekê de ku wekî bersivek li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, piştgiriya xwe ji bo Rojavayê ragihandin.
 
Di vîdeoyê de, hunermendan got: "Wekî jinekê, ez polîtîkayên şerê qirêj ên li Rojavayê berdewam dikin şermezar dikim. Em li gel Rojavayê ne. Komkujiya li Rojavayê ne tenê bi Rojavayê ve sînordar e; ew tevahiya Kurdistanê digire nav xwe. Ev êrişek li dijî xweparastina jinan e ku ji hêla jinan ve tê rêvebirin. Ev bêdengî şermeke dîrokî ye. Hilweşandina peykerê jina azad ji aliyê HTŞ'ê ve, derbeya herî qestî ye li dijî fikra jiyana wekhev e. Wekî hunermendeke jin a Kurd, em li kêleka berxwedanê ne. Divê hemû Kurd ji bo Rojavayê rabin ser pêyan û îradeya xwe nîşan bidin. Rojava rûmeta me ye. Me ji bo azadiya xwe li ber xwe da û em ê niha jî li ber xwe bidin. Kes nikare azadiya me ji me bistîne. Rojava ne bi tenê ye. Divê hemû gelên cîhanê li kêleka Rojavayê bin."
 
Hunermendên di vîdeoyê de ev in: “Xêce, Berfîn Emektar, Rêzan Kaya, Belkîsa Silêmanoglu, Hîvron, Mahfuz Karaaslan, Eylul Nazlier, Cevdet Bagca, Ferîd Elalmiş, Şahîne Farqînî, Hunermend Genim, Hozan Arhat, Ehmed Yiyarda, Neşar Guçmen, Şilan Dora, Degbêj Adilê Wanê."