Li Turgutluyê êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin

  • 19:30 23 Çile 2026
  • Rojane
MANÎSA - Rêxistina DEM Partiyê ya Turgutluyê li dijî êrişên li ser Rojava daxuyanî da û bal kişand ser piştgiriya bi gelê Rojava re.
 
Girseye ku li ber avahiya DEM Partiyê ya Turgutlu ya Manîsayê civiya bi dirûşmên “Xwedîderketina Rojava, xwedîderketina mirovahiyê ye” û “Rojava wijdan e, berxwedan e azadî ye” berz kirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Turgutluyê Fadîle Gokturk daxuyanî xwend.
 
Fadîle Gokturk got êrişên li dijî Rojava tesaduf nînin û anî ziman ku tiştên qewimîn parçeyek ji pêvajoya hilweşandina plankirî ye ku li gorî hesabên berjewendiyên hêzên herêmî û navneteweyî tê meşandin. Fadîle Gokturk ev tişt anî ziman: “Tiştên li Rojava diqewimin ne pevçûnek herêmî ye, ew nîşana aşkere ya mîmariya şer e. Sedema armanckirina gelê Kurd aşkere ye. Ji ber ku îradeya li Rojava derketiye holê, rastiya gelekî ye ku li hember planên emperyalîst serî netewîne, neyê rêvebirin û teslîm neyê girtin temsîl dike.”
 
Di berdewama daxuyaniyê de Fadîle Gokturk bang li raya giştî ya demokratîk kir ku piştgiriya bi gelê Rojavayê re ne vebijarkek e, berpirsiyariyeke li hember mirovahiyê ye û wiha domand: “Ev ne mijara ewlehiyê ye, polîtîkaya tasfiyekirinê ye. Ev ne pevçûn e, dorpêçkirin e. Ev ne rewşek demkî ye, nêzîkahiyeke bi hişmendî û sîstematîk e.”
 
Daxuyaniya çapemeniyê bêyî bûyer bi dawî bû.