Li Atinayê çalakiya Rojava

  • 20:20 24 Çile 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Bi sedan kes li Atinayê bi meşekî girseyî êrîşên li Sûriye û Rojava, dorpêça Kobanê û gefên operasyonên leşkerî yên nû protesto kirin.
 
Li paytexta Atina ya Yewnanîstanê, bi sedan kes bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Atinayê, li dijî êrîşên komên çete yên li ser Kurdên li Rojava û dorpêça li ser Kobanê meşiyan.
 
Meşa ku li Qada Syntagma destpê kir, heta Konsolosxaneya Tirk dewam kir. Ligel Kurdistaniyan, çepgir, anarşîst û şoreşger tevlî meşê bûn. Di axaftinan de, êrîş û komkujî hatin teşhîrkirin. Bi taybet îşaret bi dorpêça li Kobanê û gefên operasyonên leşkerî yên nû li ser Rojava hate kirin. Her wiha alîkariya leşkerî, siyasî û qadê ya Tirkiye û hêzên navneteweyî ji bo HTŞ-DAÎŞ û çeteyê din ên çekdar, bi gotinên tund hatin rexnekirin.
 
Di axaftinên li ser navê Nûnertiya PYD’ê ya li Atinayê,  KEFRA, Însiyatîfa RiseUpForRojava, DKP-BOG û REXIWI Ewropa hatin kirin de êrîş û gefên komkujiyê hatin şermezarkirin û îşaret bi girîngiya piştevaniya bi gelê Kurd re hate kirin. Axaftvanan bang li saziyên navneteweyî kirin ku tavile dev ji hevkariya van sûcan berdin.
 
Di tevahiya meşê de hate diyarkirin ku statuya Rojava ji bo Kurd û dostên wan “xeta sor” e û banga tavil rawestandina êrîşan hate kirin. Çalakî li pêşiya Konsolosxaneya Tirk bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû.