‘Girtiyên nexweş têkoşîna jiyanê didin’

  • 09:02 25 Çile 2026
  • Rojane
Buşra Turan
 
WAN - Hevseroka TUAY-DER’ê Rengîn Karabulut da zanîn ku li girtîgehan binpêkirinên mafan yên li ser girtiyên nexweş didomin û wiha got: “Pêkanîna dermankirina bi kelepçeyê li dijî rumeta mirovahiyê ye. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.”
 
Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê hejmara girtiyên nexweş her diçe zêde dibe û binpêkirinên mafan tevî pêvajoya ‘aştî û civaka demokratîk’ domin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya 28’ê Nîsan a2025’an de li girtîgehan herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene.Li gorî daneyên Komeleya Alîkarî û Pişevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Wanê (TUAY-DER) li girtîgehan girtiyên nexweş di alî dermankirinê de pirsirêkên cidî dijîn.
 
Hevseroka TUAY-DER  a Wanê Rengîn Karabulut da zanîn ku tevî pêvajoya didome binpêkirinên mafan li girtîgehan didome.
 
‘Bi kelepçeyan dibin dermankirinê’
 
Rengîn Karabulut daxuyakirin ku pêvajo di pratîkê de yek alî dimeşe û wiha balkişand ser pirsgirêkên li girtîgehan: “Rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe.Girtiyên nexweş hîn agirtîne. Li herêma Serhedê niha 101 girtiyên nexweş hene. Li girtîgeha Tîpa F nexweşekî pençeşêrê yê asta çaran heye. Her roj dibin nexweşxaneyê lê bi wesayîta rîngê bi kelepçe dibin dermankirinê.  Ev rewş ji nexweşiya pençeşêrê girantire. Girtiyên nexweş yên hefteyê 2-3 caran krîza dil derbas dikin hene.”
 
‘Rewşa girtiyê nexweş nikare bê taloqkirin’
 
Rengîn Karabulut destnîşan kir ku rewşa girtiyên nexweş nikare bê taloqkirin û di şertên heyî de nexweşî giran dibe. Rengîn Karabulut ev tişt anî ziman: “Ev rewş mafê jiyanê tehdîd dike.  Me heta niha anî ziman. Em ê her tim jî bînin ziman. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Ji sedî 90’ê nexweşiyan ji ber şertên girtîghê dertên holê. Nexweşiyên astim, nebîniyê, krîza dil û pençeşêrê dertên holê.Ev şert û merc nayên başkirin. Divê girtiyên nexweş di şertên baş de bên dermankirin.”
 
‘Tecrîd didome’
 
Rengîn Karabulut wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêvajoya tê meşandin di alî girtiyan de hêviyek cidî afirand. Lê di vê astê de hêvî her diçin qels dibin. Ev ne tenê li girtîgehan di alî malbatên girtiyan de jî em dibînin. Ev nikare bê qebûlkirin. Divê demildest gav bên avêtin. Divê şertên Birêz Abdullah Ocalan bên başkirin. Divê tecrîd bê rakirin. Pêkhatina hevdîtinan nayê awteya rastkirina şert û mercan.Ev ji xwe mafên qanûnîne. Li girtîgehan zext zêde bûne. Her roj înfaza bi dehan girtiyî tê taloqkirin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.”