Li Tarsûsê êrîşên li dijî Rojava hatin protestokirin
- 22:15 25 Çile 2026
- Rojane
MERSÎN- Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li Tarsûsê êrîşên HTŞ, DAIş û çeteyên bi piştgiriya Tirkiyeyê yên li dijî Rojava hatin protestokirin.
Êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên bi piştgiriya Tirkiyeyê yên li dijî rojava bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokrtîk li ber Kiratxaneya Best a Tarsûs a Mersînê hat protesto kirin. Qada ku girse lê kom bû hat dorpêçkirin. Jinan di çalakiyê de keziyên xwe hûnandin û dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ berzkirin.
Piştre daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Hevserokê DEM Partî ya Tarsûsê Kadrî Ezer bertek nîşanê êrîşan da û da zanîn ku wê xwedî li şoreşa Rojava derkevin. Parlamenterê Dem Partiyê yê Mersînê Alî Bozan jî axivî û da zanîn ku ew li cem gelê Rojavane û ji vir şûnde jî wê li gel bin û got aliyê wan diyar e.
Piştî daxuyaniyê girse li kolana belav bû û çalakiyên xwe domandin. Ciwanan bi fîşekên hewayî bersiv dan polîsan. Di vê navberê de kesekî ji taxê ji bo çalakiya ciwanan belav bike gule reşand û welatiyê ji Kobanê Baran Abdîbîr ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Baran Abdî ku rakirin nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan nehat xilaskirin.
Gumanbarê ku gule reşand hat binçavkirin.







