Çeteyan 7 caran bi dronan êrişî gundê Baqla yê Çilaxa kir
- 20:12 27 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê 7 caran bi dronan êrişî gundê Baqla yê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê kir.
Çavkaniyên leşkerî da zanîn ku çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker 7 caran bi dronan êrişî gundê Baqla yê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê kir.
Çavkanî der barê ziyanan de tu agahî nedan.







