Jin û zarokek bi hinceta keziyên xwe hûnandine hatin binçavkirin
- 22:16 27 Çile 2026
- Rojane
QERS - Li Qaqizmanê N.A.'ya 17 salî û Ayşe Avci ya 20 salî ji ber ku keziyên xwe hûnandin û li ser medyaya sanal parve kirin, hatin binçavkirin.
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Rojavayê didomin. Di dema êrişan de porê endameke YPJ'ê hatibû birin û li ser medyaya sanal hatibû parvekirin. Ev yek bûbû cihê bertekan. Li navçeya Qaiqzman a Qersê Ayşe Avci ya 20 salî û N.A.'ya 17 salî jî wekî bertek kezin xwe hûnandin û dîmenên wan li ser medyaya sanal parve kirin. Ji ber vê polis û cendirmeyan avêtin ser malen wan û her du kesan binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Qaqizmanê.







