Li Brukselê çalakiya Rojava
- 13:46 29 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Belçîka Brukselê, li nêzî Parlamenta Flaman ji bo Rojava çalakiyek hate lidarxistin û bang li parlamenteran hate kirin ku li dijî komên terorîst li gel Kurdan bin.
Di çalakiyê de ku li Qada Azadiyê (Place de Liberte) ya Brukselê hate lidarxistin, bang li endamên Parlamenta Ewropayê hate kirin. Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Free Rojava" û alên Herêma Kurdistanê ya Federe hildan û daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê Kurd bi salan e di bin şer û gefan de ne, lê li gel vê yekê jî dest ji parastina aştî, azadî û rûmeta mirovahiyê bernedaye.
Her wiha hate bibîrxistin ku dema DAIŞ'ê êriş bir ser Sûriyeyê, hêzên Kurd di sala 2015'an de ne tenê Rojava di heman demê de cîhan bi temamî ji terorê parastin û di vê oxirê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê Rojava bi krîzeke giran a mirovî re rû bi rû ye, birîna avê encamên giran ji bo jin û malbatan bi xwe re aniye û hate destnîşankirin ku bikaranîna avê weke amûreke şer nayê qebûlkirin.
Çalakgeran bang li Parlamenta Ewropayê kirin û gotin, "Em ji Parlamenta Ewropayê dixwazin ku li gel gelê Kurd bisekine. Çawa ku li dijî komên terorîst em bi we re bûn, hûn jî bi me re bin. Parêzvanên mirovahiyê biparêzin."







