Parlamentoya Katalonyayê: Bila rêveberiya xweser bê naskirin

  • 20:39 29 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Katalonyayê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha bang kir: “Ji bo pêşîgirtina li qirkirinek hemberî civaka sivîl, gelê Kurd, Elewî û hemû kêm netewe û olan bi lezgînî tedbiran bigirin.”
 
Parlamentoya Katalonyayê li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li rêxistin û saziyên navneteweyî kir ku pêşî li qirkirina gelên Sûriyeyê bigire.
 
Daxuyaniya Parlamentoya Katalonyayê wiha ye:
 
“Piştî hilweşandina rejîma Beşar Esad pêvajoyek derbasbûnê ya li Sûriyeyê vedibû ku tevlîbûna pêkhateyên cûr bi cûr yên civaka Sûriyeyê Ereb, Sunî, Elewî, Xiristiyan, Durzî, Kurd û kêmneteweyên din. Parlamentoya Katanlonyayê di sala 2021’an de Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir, yek ji minakên derfeta hevjiyanê di navbera etnisite û olên ku di dirokê de li heremê de hemberî hev derdiketin, hem jî mìnaka tekoşîna hemberî terorizmê ya dijî civaka Sûriyeyê û bi dilsoziyek mezin a li beramberî rola jinê.
 
Li ber rewşa heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriye û xeteriya komkujiyek nû ya li dijî civaka sivil a Sûriyeyê, gelê Kurd jî tê de, Parlamentoya Katalonyayê:
 
"*Careke din naskirina xwe ya gelê Kurd û sazibûnên xweseriyê ya ku avakir dubare dike.
 
*Hemû pirengiya Sûriyeyê, rola gelê Kurd di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê, tevlîbûna pirengiyan û mafên jinan nas dike.
 
*Bi dawîkirina tecrîda bajarê Kobanê dixwaze.
 
*Bangawazî ji hemû hikumetan û rêxistinan navnetewî re dike ku ji bo çasereskirina pirsgirekan pevçûna di navbera civatên etnisite û olî pêşdixînin û misogerkirina ku girtiyên DAIŞ’ê nayên berdan wek tedbirek parastinê ji bo tevahî civaka sivil bigire.
 
*Bangawaziyek li civata navnetewî dike da ku ji bo pêşîgirtina li qirkirinek hemberî civaka sivîl, gelê Kurd, Elewî û hemû kêm netew û olan bi lezgînî tedbiran bigirin.
 
*Rewabûna gelên herêmê yên ji bo parastina berjewendî, maf û azadiya jinan û civakên herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyề têkoşînek demokratik dimeşînin diparêze.”