Peyama Newrozê: Xurtkirina yekitiya Kurdan
- 14:48 24 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Newroza Hesekê û Dirbêsiyê de hate gotin divê gelê Kurd ji bo misogerkirina mafên xwe yên siyasî û çandî tê bikoşe û gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê bi yekitiya neteweyî êrişan têk bibe.
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Hesekê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Abdulxenî Oso axivî. Di destpêka axaftina xwe de Newroz li tevahiya gelê Kurd pîroz kir û got: “Newroza îsal Newroza berxwedan û têkoşîna hiqûqî ye. Newroz bi Kawayê Hesinkar destpê kir heyanî doza Kurd li Sûriyeyê çareser bibe dê Rojava têkoşîna siyasî û hiqûqî bide meşandin. Bi ruhê Mazlûm Doxan em agirê Newrozê dadin. Gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe li hemberî pîlansaziya qirkirinê li ber xwe didin. Di Newrozê de ez bang li tevahî gelê Rojava dikim ku em têkoşîna xwe hîn bilindtir bikin da ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe.”
Her wiha hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed axivî û got: “Agirê Newrozê ev buye zêdetirî 2000 sal venamirê û gur dibe. Li Rojava îsal agirê Newrozê di pîrozbahiyên Newrozê de bi ruhekî nû hat dadan. Pîrozbahiyên Newroza sala 2026`an bi ruhê berxwedanê yê malbatên şehîdan, şervanan û girtiyan tê pîroz kirin.”
Îlham Ehmed bi berdewamî got: “Doza kurdî êdî li ser asta navneteweyî ketiye rojevê. Em bi saya fedakariya gelê Kurd ê Rojava gihîştin deskeftiyên mezin. Gelê Kurd dê her tim têkoşîna xwe berdewam bike û gav paşve nade. Li Sûriyeyê di vê pêvajoyê de em ê ji bo garantîkirina mafên gelê Kurd di destûrê Sûriyeyê de têkoşîn bikin. Divê bê nîqaş zimanê Kurdî zimanê dayîkê fermî di destûrê Sûriyeyê de were naskirin. Her wiha koçber vegerin warê xwe û bi taybet koçberên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Şehba vegerin. Dîlgirtiyên şer ên ku di girtîgehên hikûmetê de ne serbest werin berdan. Ji bo aramî li Sûriyeyê çêbibe divê ev dosya dîlgirtiyan zû were çareser kirin. Çi çêbibe dê dîlgirtiyên me vegerin.”
Îlham Ehmed ji bo aramî û çareserkirina krîza Sûriyeyê wiha got: “Ji bo Sûriyeyê ji nûve were ava kirin divê nasnameya gelê Kurd were naskirin û mafên gelê Kurd ên siyasî û çandî bidin. Eger hebûna gelê Kurd di destûr de neyê naskirin aramî li Sûriyeyê çênabe. Heyanî em bighîjin hedefên xwe em ê tê bikoşin.”
Ji bo parçeyên dîtir ên Kurdistanê jî Îlham Ehmed wiha got: “Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi yekitiyê dikare li hemberî hemû êrîşan li ber xwe bidin. Em tevgerkirina Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ya li hemberî girtin û darvekirine destek dikin. Li Başûr û Bakurê Kurdistanê jî gelê Kurd têdikoşin. Bi hejmareke mezin tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn.”
Îlham Ehmed bal kişand ser rolê jinan a di avakirina Sûriyeyê de jî û got: “Di pêvajoya were dê jin di avakirina Sûriyeyê de xwedî rolekî mezin be. Jin dikarin birêvebibin û ji bo bighîjin mafên xwe tê bikoşin.”
Dirbêsiyê
Di Newroza Dirbêsiyê de endama Kordînasyona Kongreya Star Jiyan Hemo axivî û got: “Newroz vejîna ruhê têkoşîna li dijî zilm û desthilatdariyê ye. Serîrakirina gelan a ji bo azadiyê îfade dike. Newroz ji bo hemû gelan cejna nûbûnê ye, sembola berxwedana Mazlûm Doxan e. Agirê Newrozê her tim gur û geş dibe. Di Newrozê de yekitiya neteweyî xurt bikin. Doza Kurdî di rojeva tevahiya cîhanê de ye û divê mafên gelê Kurd werin dayîn.”
Ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber APO destpêkiriye wiha got: “Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em ê ji bo mafên gelê Kurd qanûnî di destûra Sûriyeyê de werin misoger kirin, têbikoşin.”
Piştî wê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Hemîd Meîş axivî û wiha got: “Newroza îsal bi ruhê berxwedanê û fedakariya hatî kirin, tê pîroz kirin. Bi salan pîrozbahiyên Newrozê qedexe bûn û ji bo em pîroz bikin me şehîd dan. Bi têkoşîna ji bo azadiyê agirê Newrozê dê sal bi sal gurtir bibe.”
Ji bo dîlgirtiyên şer jî wiha got: “Di vê dema dawiyê de şervan di şer de dîl hatin girtin. Ez bang li civata navneteweyî dikim ku zextê li ser hikûmeta Sûriyeyê bikin da ku dîlên şer serbest werin berdan.”
Hemîd Meîş di dawiyê de wiha got: “Bi Newroza îsal re dê yekitiya kurdî xurtir bibe û hevgirtina navbera hemû pêkhateyan bi hêztir bibe.”
Di pîrozbahiyê de peyama Partiya Yekitiya Ermenî jî hate xwendin. Piştî wê komên muzîkê û hunermed derketin ser dikê.
Amûdê
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Amûdê de endamê Meclisa Giştî ya PYD Kenan Berekat bixêrhatina beşdaran kir û Newroz pîroz kir. Berekat got: "Em di rewşeke taybet de ketin sala 2026`an. Dixwestin îrade û hebûna me têk bibin. Lê sekna we bû rojev, dema ku gel got em qebûl nakin çete derbasî Rojava bibin, li Kurdistanê û derveyî welat piştgirî dan sekna gel, yekitiya gelê Kurd di van mehan de xwe isbat kir. Em bi vî rihê yekitiyê bi ser ketin, Rojava bi tenê nema.”
Berekat wiha dewam kir: “Em dixwazin bi awayekî aştiyane, civakî, qanûnî û siyasî doza gelê Kurd bê çareserkirin. Em amadene bi hemû rengê siyasî û diyalogê doza gelê Kurd çareser bikin. Têkoşîna me ji ber dewamkirin xeta azadiyê wê bidome.”
Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Xedîca Efrîn jî axivî û Newroz pîroz kir.
Xedîca Efrîn got: "Bi keda şehîdên xwe em îro Newrozê pîroz dikin, şehîdên me îsbat kir ku yekitiya me pêkane.
Xedîca Efrîn axaftina xwe bi dawî kir: “Em ji Rêbertî re dibêjin ku keda wî vala neçûye, fikra wî li her deverê tê dîtin.”







