ROJEVA 26'Ê ADARA 2026'AN
- 09:00 26 Adar 2026
- Rojev
*Ji Înîsiyatîfa "Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye" Badegul Avci, diyar kir ku beşdarbûna jinan a di mekanîzmayên biryardanê yên di nav Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dikare zûtir demokratîkbûnê bîne û xwest ku jin bibin aktorên sereke yên vê pêvajoyê. DÎMEN HEYE
* Leyla Kulter ku nêzîkî 20 salan e terzîtiyê dike, got, "Berê me fistanek bi 20 lîreyî didirût, niha em tenê dikarin bi hezar lîreyî bidirûtin.
Ji ber vî bihayê zêde êdî kes nikare cil û bergan bikire û bi piranî kirê dikin." DÎMEN HEYE
*Nîlay Esmer ku ji 7 saliya xwe ve ji aliyê kiryar Erdogan Esmer ve bi destdirêjiya bavê xwe rû bi rû ma, ji ber biryarên beraetê yên dadgehê di lêgerîna edaletê de rastî astengiyan tê. Têkildarî kiryar de, Nîlay Esmer ev got, “Ez edaletê dixwazim, ez dixwazim bêm dîtin."DÎMEN HEYE
*Endama Komeleya Dostanıyê ya Kurdistanê Laura Grenuma, diyar kir ku ew piştgiriya heldanên aştiyê yên Abdullah Ocalan dikin û got, "Girse û coşa li qadên Newrozê nîşaneya yekitiya gelê Kurd a li çar aliyên Kurdistanê ye." ROJEV HAT NÛKIRIN







