3 jê rojnameger der heqê 28 kesan de doz hate vekirin
- 09:52 26 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî 2 salan 3 jê rojnameger, der heqê 28 kesan de doz hate vekirin û îdîanameya hatiye amadekirin ji aliyê Dageha Cezayê Giştî ya Silopiyayê ve hate qebûlkirin. Danişîna dozê dê di 13’yê Gulanê de bê lidarxistin.
Li bajarokê Tilqebîn ê navçeya Silopiya ya Şirnexê di sala 2024’an de endamên Meclisa Dayikên Aştiyê xwestin li dijî êrişên ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên girêdayî Herêma Federe ya Kurdistanê 3 rojan nobedê bigirin. Polîs û leşkerên ku êrişî çalakiya nobedê kirin, 28 kes derb kir û binçav kir.
Piştî 2 salan tevî nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut, nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren û nuçêgihanê Ajansa Welat Mahmût Altintaş der heqê 28 kesan de, ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Silopiyayê bi îdîa “berxwedana li dijî wezîfeyê, civîn û xwepêşandana ne qanûnî” îdîanama hate amadekirin. Îdîaname ji aliyê Dageha Cezayê Giştî ya Silopiyayê ve hate qebûlkirin.
Danişîna ewil a dozê dê 13’yê Gulanê de bê lidarxistin.
Çi qewimîbû?
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut, nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren û nûçegîhanê Ajansa Welat Mahmût Altintaş, di 15’ê Cotmeha 2024’an de li bajarokê Tilqbîn ê navçeya Silopiya ya Şirnexê dema çalakiya “Ji şer re na, niha aştî” ya Meclisa Dayikên Aştiyê dişopandin hatibûn derbkirin û binaçvkirin. Di êrişa leşker û polîsan de bêyî rojnamegeran, yek jê zarok 25 kes hatibû binçavkirin. Rojnamegerên ku bi îdîa “berxwedana li dijî wezîfeyê, civîn û xwepêşandana ne qanûnî” hatibûn binçavkirin, piştî rojekî hatibûn berdan.







