Li Şengalê kongreya ‘Yekîtî, azadî û çareserî’ dest pê kir
- 12:19 28 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 6’emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de Berdevka TAJÊ Riham Hico axivî û got: "Helwesta jinên Êzidî ji bo têkoşîna Şengala azad zelale. Ji bo yekîtîya civaka me, ji bo entegrasyona demokratîk, ji bo çareseriya demokratîk çi bikeve ser milê me em amade ne."
6'emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MDXŞ) ya asayî ku bi dirûşmeya "Yekîtî, Azadî û Çareserî" tê lidarxistin, li Geliyê Kersê ya Şengalê bi coş û hêviyeke mezin destpê kir. Kongreya MXDŞ’ê her çiqas weke kongreyeke asayî tê lidarxistin jî, ji ber rewşa şer a li Rojhilata Navîn û guherînên ku wê di Hevpeymana Civakî de werin kirin, weke kongreyek guherîn û veguherînê tê nirxandin. Her wiha tê payîn ku derbarê çareserkirina pirsgirêkên bi Iraqê re li ser esasên Desûra Bingehîn û di çarçoveya entegrasyona demokratîk de jî kongre nirxandinên nû bike û xwe bigihîne biryarên nû.
Derdora 250 delegeyên ji endam û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê, tevgera jin û ciwanan, oldar û eşayiriyên Şengalê, nûnerên pêkhateyên Şengalê di kongreyê de amade ne. Her wiha YNK, Hereke, Teqedûm û Hevpeymana Doza Êzidiyan jî di nav de gelek aliyên siyasî û civakî yên Şengalê, kesayetên serbixwe jî bi dehan mêvan beşdarî kongreyê bûne.
Kongre bi deqeyek rêzgirtina li bîranîna şehîdên 74 fermanan û şehîdên azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MXDŞ’ê Nayif Şemo axaftina vekirinê kir. Nayîf Şemo bibîrxist ku kongreya yekem di 2015’an de hate lidarxistin û wiha axivî: “Xebatên Rêveberiya Xweser li ser vê esasê destpê kir. Li muqabilê saziyên dewletê, me jî saziyên xwe yên civakî û demokratîk ava kir. Hêzên me yên parastinê, partiya siyasî hemû li ser vê esasê hatin avakirin. Niha di têkiliyên me yên bi dewletê re kêmasî hene, lazim e guherînên pêwîst were kirin. Em hêvî dikin ev kongre bibe wesîleya yekitiya civakî, siyasî, leşkerî ya hemû Êzidiyan. Em serkeftinê ji kongreyê re dixwazin.”
Di kongreyê de li ser navê Malbatên Şehîdan û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî peyam hatin xwendin. Peyama Malbatên Şehîdan ji aliyê Dayê Pakîz ve hate dayîn. Dayê Pakîz di peyama xwe de anî ziman ku ji bo parastin û rizgarkirina Şengalê çendîn zarokên Êzidî şehîd ketine û got: “Em hêvî dikin ev kongre bibe kongreya yekîtî û serkeftinê. Em hêvî dikin Êzidî û dostên wan serkeftî bin. Hêviya me tifaq û serkeftina gelê me ye.”
Berdevka TAJÊ Riham Hico jî peyama jinên Êzidî gihand kongreyê. Riham Hico destnîşan kir ku lidarxistina vê kongreyê di nav rewşa şer a li herêmê de gelekî girînge û wiha axivî: “Em jî weke civaka Êzidî ji bo çareseriya xwe nîqaş bikin li vir kom bûne. Di nav 10 salan de têkoşîneke mezin hate dayîn. Çawa ku bi pêşengiya YBŞ û YJŞ’ê berxwedana parastinê hate kirin, bi pêşengiya Rêveberiya Xweser jî têkoşîneke mezin a siyasî û civakî hate meşandin. Hevalên me yên ku ji bo civaka xwe cane xwe dan, digotin em deyndarê gelê xwe ne. Em jî deyndarê gelê xwe ne, deyndarê zarokên şehîdane, deyndarê malbatên şehîdane. Ji bo Şengala azad, civakeke azad û jina azad emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Berdevka TAJÊ Riham Hico diyar kir helwesta jinên Êzidî ji bo têkoşîna Şengala azad zelale û wiha berdewam kir: “Ji bo yekîtîya civaka me, ji bo entegrasyona demokratîk, ji bo çareseriya demokratîk çi bikeve ser milê me em amade ne. Em ê li Çiyayê Şengalê û Ezdatiyê bifikirin. Li gor vê em ê nîqaşên xwe bikin. Ne tenê Şengal, Êzidiyên li Rojava, Bakur û bi taybet yên Başûrê Kurdistanê di bin xeteriyê de ne. Ev hemû di bin berpirsyariya me de ne. Em hemû di ber Ezdatiyê de, di ber pirsgirêkên civakî de berpirsyarin. Divê em nîqaşên xwe li ser esasê tifaq, çareserî û azadiyê bimeşînin.”
Kongre bi xwendina peyamên niviskî yên saziyên civaka Êzidî yên Ewropa, Ermenîstan û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Her wiha ji Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş û Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso jî peyamên xwe yên bi dîmen gihandine kongreyê.
Piştî xwendin û temaşekirina peyaman, wê ji bo rêvebirina kongreyê dîwan were hilbijartin.
Bernameya kongreyê ku wê ji aliyê dîwanê ve were rêvebirin bi vî rengî ye;
*Xwendina perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo civaka Êzidî, girîngiya avakirina komînan û çarçoveya entegrasyona demokratîk.
*Xwendina Rapora kar û xebatên 2 salan a MXDŞ’ê, nîqaş û nirxandinên derbarê raporê de.
*Xwendin û erêkirina Hevpeymana Civakî ya Meclîsa Gel a Şengalê ya nû.
*Diyarkirina bername û plansaziya serdema nû ya xebatan.
*Avakirina Lijneya Hilbijartinê. Hilbijartina hevserok û cîgirên hevserokên Meclîsa Gel a Şengalê
*Erêkirina endamên Meclîsa Gel a Şengalê û merasîma sondxwarinê.







