Dayikên Şemiyê: Aqûbeta Eren aşkera bikin, faîlan darizînin!
- 14:31 28 Adar 2026
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê, di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îlyas Eren ê 29 sal berê hatibû windakirin pirsîn û xwestin aqûbeta Îlyas Eren bê zelalkirin û berpirsyar bên darizandin.
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê, ji bo pirsîna aqûbata kesên di bin çavan de hatin windakirin û hesabpirsîna ji kujerên wan, her hefteyê li Qada Galatasarayê çalakiyê li dar dixin. Çalakjiya hezar û 96’an jî li Qada Galatasarayê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan û qurnefîl hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îlyas Eren ê 29 sal berê di bin çavan de hatibû windakirin hate pirsın. Gelek parastvanên mafan û xizmên windakiriyan tev li çalakiyê bûn. Metna daxuyaniyê, ji hêla Serokê Şaxa ÎHD’a Stenbolê Jiyan Tosun ve hate xwendin.
Jiyan Tosun got ku bisînorkirina tevlibûna çalakiya li Qada Galatasarayê dijî hiqûqê ye û ew ê li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin. Jiyanê Tosunê, da zanîn ku ew vê hefteyê ji bo Îlyas Eren kom bûne ku di sala 1997’an de li termînala rêwiyan a Pasûr a Amedê ji hêla polîsên sivîl ve hatibû revandin û windakirin. Jiyan Tosunê got: “Îlyas Eren, li mezraya Rindikê ya gundê Dêlit ê Pasûrê dijiya û cotkar bû. Bavê 8 zarokan bû. Gundê wan di sala 1993’yan de ji hêla leşkeran ve hate şewitandin û malbat ji neçarî koçî navenda Pasûrê bû. Eren ê di demên berê de jî hatibû biçavkirin, 20 rojan di îşkenceyê de hate girtin, pirsgirêkên tenduristiyê jiya û bi van pirsgirêkan dijiya. Ji bo bibe cerdevan zext lê hatin kirin û gef lê hatin xwarin. Di 11’ê Adara 1997’an de ji bo vegera mala xwe çû termînala rêwiyan a Pasûrê ya li Amedê. Dema li benda wesayîtê, saet derdora 13.50’an de 4 kesên cilûbergên sivîl li xwe kirin û xwe weke polîs dan nasîn, bi darê zorê li wesayîteke reş siwar kirin û revandin. Kesên wê kêliyê li termînalê û xizmê wî yê li cem jî bû şahidê bûyerê. Şahidan, got ku Eren bi darê zorê li wesayîtê hatiye siwarkirin û ev wesayît jî ya cerdevanekî li Pasûrê bû.”
Di berdewamê de Jiyan Tosun got ku ji wê rojê ve tu agahî ji Eren nehatine girtin. Jiyan Tosunê wiha domand: “Malbata wî, di 17’ê Adara 1997’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û xwestin aqûbeta wî were pirsîn. Dozgeriyê, xwest li Dozgeriya Komarê ya Pasûrê gilî were kirin û ji bo tesbîtkirina berpirsyaran tiştên pêwîst bên kirin. Lêbelê di vê pêvajoyê de lêpirsîneke baş nehate kirin. Dozger E. Alper, ji ber der heqê Eren de tu agahî nehatin dayin û pirs nehatin bersivandin, di 4’ê Gulana 1998’an de xwest der heqê polîsên di dema peywirê de li Dozgeriya Amedê dixebitîn û peywira xwe bicih ne anîne lêpirsîn were destpêkirin. Lêbelê di 1’ê Îlona 98’an de biryar hate dayin ku hewce nake der heqê van memûran de lêpirsîn were destpêkirin. Piştî rêyên hiqûqa navxweyî bi dawî bûn, malbatê serî li DMME’yê da. Hikûmetê, di parastina xwe de got ku tevdîrên yasayî yên bibandor nehatine girtin û binpêkirina mafê jiyanê yê Îlyas Eren qebûl kir. Û soz da ku ji bo pêşîlêgirtina heman kiryaran, gavan biavêje û serî li rêyeke dostane da.”
Jiyan Tosun, da zanîn ku tevî serlêdanan û binpêkirinên hatine qebûlkirin jî tu gavek nehatiye avêtin, sozên hatine dayin nehatine bicihanîn û axaftina xwe wiha qedand: “Di dosyaya Îlyas Eren de lêpirsîneke baş nehate kirin. Rastî dernexistin holê. Berpirsyar nehatin darizandin. Dosya terkî demborînê kirin. Sozên dabûn DMME’yê bicih ne anîn. Di serî de Îlyas Eren, divê di hemû dosyayên windakirinên bi darê zorê de lêpirsîneke bibandor, serbixwe û encamgir bê meşandin. Hewceye astengiya demborînê were rakirin, polîtîkaya necezakirinê bi dawî bibe. Çend sal jî bi ser re derbas bibin, em ê her tim ji bo windakiriyên xwe daxwaza edaletê bikin û wan her tim bi bî bînin.”
Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ber bariyerên li Qada Galatasarayê.







