Hesabê Instagramê ya MA’yê yê Kurdî hate girtin

  • 21:01 4 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hesabê Instagramê yê Ajansa Mezopotamyayê yê Kurdî careke din hate girtin.
 
Hesabê Instagramê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) yê Kurdî careke din hate girtin. Di biryara girtinê de wiha hate gotin: "Teknolojiya me diyar kir ku hesabê we an jî tevgerên di hesabê we de li gorî rêgezên me nîn in. Di encamê vê de endamekî tîma me ev çalakî pêk anî."
 
Hesabê ajansa MA’yê ya Kurdî, di 27’ê Adarê de dîsa bi hincetên wiha hatibû girtin.