Di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de agirbest hat îlankirin

  • 09:43 8 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di navbera DYA û Îranê de bi şertê vekirina Tengava Hurmuzê ji bo 2 hefteyan agirbest hat ragihandin. Trump, teklîfa Îranê ya ji 10 xalan pêk tê weke “ji bo muzakereyan zemîneke guncav e” nirxand. 
 
Serokê DYA’yê Donald Trump, duh li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyanî da û ragihand ku piştî hevdîtinên bi Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Mareşal Asim Mûnîr re, bi şertê vekirina Tengava Hurmuzê qebûl kiriye ku êrişên li dijî Îranê ji bo du hefteyan bidin sekinandin. Konseya Bilind a Ewlekariyê ya Îranê jî ragihand ku agirbest qebûl kirine. Konseyê got: “Her çend agribest hatibe qebûlkirin jî ev nayê wateya bidawîbûna şer. Dê destên me li ser tetîkê bin. Her xeteya biçûk a dijmin dê bi hêzeke mezin bersivê bibîne.” 
 
Di daxuyaniyê de bi domdarî wiha hate gotin: “Hedefa me ew e ku di nava 15 rojan de ji muzakereyên li Pakistanê encamek were girtin û serkeftina li qadê di qada siyasetê de jî bê piştrastkirin.” Hat gotin ku peyman ji hêla lîderê nû yê Îranê Mucteba Hamaney ve jî hatiye erêkirin. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Arakçî jî got ku di nava van 15 rojan de keştî dê bi koordîneya artêşa Îranê derbas bibin. 
 
Tê payin ku muzakereyên di navbera her du aliyan de di 10’ê Nîsanê de li Îslamabadê dest pê bikin. Di demeke wiha de derket holê ku teklîfeke ji 10 xalan pê tê û tê de rakirina mueyîdeyên li ser Îranê, qebûlkirina dewlemendkirina uranyumê jî tê de hatiye amadekirin. Trump, ji bo vê teklîfa behsa xeberê jî got “ji bo zemîna muzakereyan guncav e.” 
 
Teklîfa Îranê 
 
Teklîfa Îranê pêşkeş kirî wiha ye: 
 
*Divê DYA bi awayekî rêgezî temînata êrişnekirinê bide, 
 
*Derbasbûna ji Tengava Hurmuzê divê bi koordînasyona Hêzên Çekdar a Îranê re bê kirin, 
 
*Qebûlkirina dewlemendkirina uranyumê, 
 
*Rakirina tevahiya mueyîdeyên li ser Îranê, 
 
*Rakirina mueyîdeyên yekemîn ên li ser Îranê, 
 
*Bidawîkirina biryarên Konseya Ewlekariyê ya NY’ê, 
 
*Bidawîkirina biryarên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî, 
 
*Dayina heqê zirara ji Îranê re hatiye dayin û serbestberdana tevahiya mal û milkê Îranê yê hatiye ceminandin, 
 
*Vekişîna hêzên DYA’yê ya ji tevahiya baregehên li herêmê, 
 
*Lubnan jî di nav de bidawîkirina şerê li dijî tevahiya komên çekdar. 
 
Wezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf djî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ragihand ku Îsraîl û DYA’yê agirbesta Lubnanê jî digire nav xwe qebûl kirine û ji bo hevdîtina 10’ê Nîsanê her du alî vexwendine Îslamabadê. 
 
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu jî ragihand ku Lubnan di nav agirbestê de nîne û agirbest bi şertê vekirina Tengava Hurmuzê qebûl kirine.