Çeteleya Tundiyê ya meha Adarê: 29 jin hatin qetilkirin
- 09:03 7 Nîsan 2026
- Çeteleya Tundîyê
Yeşîm Oruç
NAVENDA NÛÇEYAN -Li gorî daneyê tundiyê yên meha Adarê, herî kêm 29 jin û 2 zarok hatine kuştin; 20 jin û 2 zarokan jî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane.
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, tundiya mêran berdewam dike ku sîstematîk berbelav dibe û ji hêla polîtîkayên bêcezatiyê ve tê piştgirîkirin. Sûcdar gelek caran mêrê herî zêde nêzî jinê ye û tundî li cihên ku wekî "ewletirîn" têne hesibandin pêk tê. Fermanên parastinê têne binpêkirin, gilî bê tên paştguhkirin û jin bi berdewamî ji hêla mekanîzmayên ku wan serî lê dane ve tenê tên hiştin. Mirinên bi gûman ên jinan berdewam dikin û li aliyekî jî dosayên ku hatine vekirin li benda lêkolînê ne.
Lêbelê, jin israr dikin ku dê tundiya mêran û polîtîkayên bêcezatiyê ji bîr nekin, hesap bipirsin û li jiyana xwe xwedî derkevin.
Li gorî daneyên meha Adarê ku ji çapemeniyê hatine berhevkirin, herî kêm 29 jin û 2 zarok hatine kuştin; 20 jin û 2 zarokan di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest daye.
Kiriyar mêrê herî zêde nêzî jinê ye
Ji jinên ku hatine kuştin, 1 ji aliyê xwendekarê xwe ve, 2 ji aliyê mêrên bi wan re diijiyan, 1 ji aliyê mêrê berê pê re hatibû zewicandin, 7 ji aliyê mêrên ku bi wan re di pêvajoya hevberdanê de ne, 10 ji aliyê mêrên bi wan re hatibûn zewicandin, 1 ji aliyê birayê xwe ve, 1 ji aliyê kurê xwe ve, 1 ji aliyê kesekî nenas ve, 1 ji aliyê mêrê ku têkiliya wê bi wî re nayê zanîn, 1 ji aliyê xalê xwe ve, 1 ji aliyê mêrê xuşka wê pê re hatibû zewicandin, 1 ji aliyê mêrê berê pê re hatibû zewicandin v û 1 ji aliyê zavayê xwe ve hatiye qetilkirin.
Li gorî bajaran belavkirina jinên ku hatine kuştin
4 li Stenbolê, 2 li Aydinê, 3 li Bursayê, 1 li Edeneyê, 2 li Îzmîrê, 2 li Muglayê, 3 li Mersînê, 1 li Trabzonê, 1 li Kayseri, 1 li Aksaray, 1 li Nevşehir, 2 li Amed, 1 li Samsûnê, 1 li Hatayê, 1 li Nîgdeyê, 2 li Manîsayê û 1 li Eskîşehirê.







