Kongra Star dayika Uveyş bi bîr anî

  • 15:33 11 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star li bajarê Hesekê û Til Temir bi armanca bîranîna dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan civînek li taxa Kelasê li dar xist.
 
Bi armanca bîranîna salvegera wefata dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dayîka Uveyş, îro Kongra Star li Hesekê û Til Temir civînan li dar xist. Endamên meclîs û saziyên sivîl ên bajar beşdarî civînê bûn.
 
Di civînê de piştî deqeyek rêzgirtinê, rêvebera Kongra Star Viyan Efrîn axivî, behsa jiyana dayika Uveyş û rola wê di perwerdekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de kir û got ku dayîka Uveyş Rêbertî ji zarokatiyê ve li ser nirxên hêz û berxwedanê mezin kiriye û got: “Dayîka Uveyş ji bo me dîrokek e. Rêbertî di hemû nivîsên xwe de her dem behsa dayîka xwe dike ji ber ku dayik rola wan a girîng di mezinkirin û avakirina nifşê xwedî hişmendî de heye. Bi jidayikbûna Rêber Ocalan re, Kurdistan ronî bû. Dayîka Uveyş di mala xwe û di civaka xwe de jineke bihêz bû. Wê ji xwezayê pir hez dikir û pir pê ve girêdayî bû, li ser vê bingehê Rêbertî mezin kir. Ew di jiyana xwe de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ma lê wan zehmetiyan hemû veguherandin hêz û îradeyê.”
 
Viyan Efrîn di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dayîka Uveyş mînaka jinên têkoşer e bandoreke mezin li ser avakirina fikir û kesayeta Abdullah Ocalan kiriye.
 
Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di bîra kolektîf a Kurdan de weke sembola jineke bihêz, berxwedêr û sebirkar tê hesibandin. Ew bi çandina nirxên rûmet û berxwedanê dihat nasîn û gelek kes wê wekî modelek "dayika xwedawend" a ku li hemberî neheqiyê serî hildide, bi bîr tînin.
 
Uveyş Ocalan di sala 1993’an de koça dawî kir û her sal weke sembola azadiya jinan tê bibîranîn. Dayika Uveyş weke "Mamosteya yekem" tê hesibandin ku tovên têkoşîn û azadiyê çand û di bîrdoziya tevgera rizgariya jinan de xwedî roleke girîng e.