Rapora daneyê ya tengkirî ya bazê hat eşkerekirin

  • 17:38 16 Nîsan 2026
  • Rojane
DÊRSIM – Rapora îstasyona bazê ya tengkirî ya ku di lêpirsîna Gulîstan Doku de hatiye amadekirin eşkere kir ku di roja ku ew winda bû de, hem telefona Gulîstan Doku û hem jî yên gumanbaran li hundir û derdora Pira Sarisaltukê sînyalên hevûdu didin.
 
Rapora daneyê ya tengkirî ya istasyona bazê ku ji hêla pisporekî ve di çarçoveya lêpirsîna windabûna xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ya di 5’ê Çileya 2020’an de ya li Dêrsimê, hatiye amadekirin, pêşkêşî Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê hatiye kirin. Raporê têkiliyek di navbera gumanbaran û windabûnê de eşkere kir û nîşan da ku telefona Gulîstan Doku û telefonên gumanbaran di heman demê de li nêzî Navenda Ciwanan sînyal dane.
 
Li gorî raporê, telefona Gulîstan Doku di roja ku winda bûye de, dora saet 13:23’an de, bi qasî 100-150 metreyî dûrî Viyaduka Sarisaltuk a ber bi Dêrsimê ve hatiye vemirandin, an jî hatiye girtin. Di raporê de tê gotin ku Erdogan Elaldi ku wê demê li Îdareya Taybet a Navenda Dêrsimê dixebitî, di 5’ê Çileya 2020’an de di navbera saet 13:11 û 14:09’an de li nêzî Pira Viyadukta Sarisaltuk û rêya ber bi wê ve diçû bû û hin ji axaftinên telefonê bi demên ku Gulîstan Doku di heman rojê de li nêzî pirê bû re li hev dikin.
 
Baz li hev tên
 
Di raporê de her wiha hat diyarkirin ku telefonên ku ji hêla kurê Waliyê Dêrsimê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel, parêzvanê wî Şukru Eroglu û hevalê Mustafa Turkay Sonel, Umut Altaş ve hatine bikar anîn, di heman rojê de di navbera saet 22:09 û 22:11’an de ji Pira Sarisaltuk û derdora wê di heman demê de sînyalan didin û heta ku gihîştin navenda Dêrsimê sînyalên wan sabît mane.
 
Di berdewamiya raporê de ev tişt hat gotin: “Telefona Umut Altaş di heman rojê de di navbera saet 19:28 û 21:36’an de li Pira Sarisaltuk û derdora wê hatiye tespîtkirin û tespîtên piştî saet 22:09’an bi telefona Mustafa Turkay Sonel re li hev dikin. Telefonên ku Umut Altaş, Gulîstan Doku, Mustafa Turkay Sonel û Ugurcan Açikgoz bi kar anîne, di demên diyarkirî yên 27’ê Kanûna 2019’an de ji heman herêmê, bi taybetî ji Navenda Ciwanan a Dêrsimê û derdora wê sînyalan daye. Dema ku tomarên HTS’ê yên Kuba Oktay (hevala pola Gulîstan Doku) hatin lêkolînkirin, hat dîtin ku di 5’ê Çileya 2020’an de, her çend wê bi gelemperî ji navenda bajarê Dêrsimê îşaret daye jî, di demjimêrên ku Gulîstan Doku li Pira Sarisaltukê û derdora wê bû de, wê ji Pira Sarisaltukê an derdora wê îşaret nekiriye; wê ji navenda bajarê Dêrsimê îşaret daye. Piştî lêkolîna tomarên HTS’ê yên bi navê Ozgur Kiliç hatine tomar kirin, hat dîtin ku dema ku Gulîstan Doku di 5’ê Çileyê de li Pira Sarisaltuk û derdora wê bû, ji pirê an derdora wê ti sînyal nehatiye wergirtin.”