KON-MED’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

  • 09:33 15 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û got, “Mîna her gelî, mafê gelê Kurd heye ku bi zimanê xwe fêr bibe.
 
Daxuyaniya KON-MED’ê bi vî rengî ye:
 
“Zimanê gelekî bîrewariya wî ye; dîrok, çand, êş û kêfxweşiya wî ye. Zimanê Kurdî zimanekî kûr e ku bi sedsalan tevî hemû zilm, qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê heta roja me hatiye û hebûna xwe parastiye. Bi parçekirina Kurdistanê ku li çar welatên dagirker hate dabeş kirin, gelê Kurd bi salan ji mafê perwerdehiya bi zimanê xwe bêpar ma. Axaftin, nivîsandin û fêrbûna bi zimanê Kurdî qedexe bû; mirov ji zimanê xwe yê dayikê dûr ketin. Lê belê, tevî hemû vê zilmê, gelê Kurd zimanê xwe parast û di jiyana xwe de ew zindî hişt.
 
Îro, bi milyonan Kurd li çar aliyê cîhanê bi Kurmancî, Soranî, Zazakî, Kelhorî, Lorî û zaravayên din ên Kurdî diaxivin, vî zimanî ji nifşekî bo nifşekî din hildigirin. Ev berxwedan û xwedîderketina mezin yek ji mînakên herî xurt ên îradeya gelekî ye ji bo parastina nasname û çanda xwe ye.
 
Roja Zimanê Kurdî ne tenê pîrozbahiya zimanekî ye, lê di heman demê de rojek e ji bo parastina bîranîn, çand û hebûnê jî. Divê neyê jibîrkirin ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî yê mirovan e. Mîna her gelî, mafê gelê Kurd heye ku bi zimanê xwe fêr bibe, hilberîne û pêşeroja xwe ava bike.
 
Bi vê boneyê, em bi rêzdarî her kesê ku zimanê Kurdî zindî dihêle, pê diaxive, li ser dinivîse, fêr dike û ji nifşên pêşerojê re vediguhezîne silav dikin. Weke KON-MED, em 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd pîroz dikin.”