129 nivîskarên Kurd bang:Divê deriyên diyalogê yên bi Abdullah Ocalan bên vekirin
- 19:26 19 Tîrmeh 2026
- Rojane
AMED-Nivîskarên Kurd têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk daxuyani dan, diyar kirin ku di çarçoveya hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan de gavên çêker bavêjin û wiha gotin: “Divê tecrîda bê bidawîkirin û rê û deriyên diyalogê yên bi Abdullah Ocalan re bi awayekî mayînde bên vekirin.”
129 nivîskarên Kurd ên li Amedê, bajarên derdorê û derveyî welat têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd daxuyanî dane çapemeniyê. Endam û nûnerên komeleyê û gelek nivîskar tevli daxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê bi Kurmancî endamê Komeleya Wêjekarên Kurd Hasan Ozguneş xwend.
‘Gelê Kurd dev ji israra xwe ya di aştî û aramiyê de bernadin’
Hasan Ozguneş diyar kir ku gelê Kurd bi sekn û hewldanên xwe yên ji bo aştî û aramiyê, bi têkoşîna xwe ya ji bo avakirina civak û jiyaneke pêşverû, xwereng û demokratîk a li Kurdistanê û li tevahiya Rojhilata Navîn, her roj hinekî din dengê xwe yê zîz bilindtir dike û wiha pê de çû: “Gelê Kurd sedsala borî nîşanî tevahiya desthilatdarên li Rojhilata Navîn û cîhanê daye ku bi tunehesibandina ziman, çand, bawerî, gel û hemû cureyên cihêrengiyan, bi binpêkirina mafên mirovan, bi rêgirtina li ber mafê azadiya derbirînê, avakirina jiyaneke xweştir pêkan nîn e. Ligel ku li çar aliyên Kurdistanê şer û pevçûn hene û qeyranên heyî her ku diçe kûrtir dibin jî, gelê Kurd û siyaseta Kurdan dev ji israra xwe ya di aştî û aramiyê de bernadin. Dîsa ligel dehfik û daxwazên hêzên hegemonîk û şerxwaz, li gel êrîşên desthilatdarên xwe, gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê hem hewl dide xwe ji şer û pevçûnan biparêze û hem jî hewl dide ku jiyaneke hevpar a ku ji bo tevahiya mirovahiyê bibe mînak, ava bike.”
‘Ji bo deriyên diyalogê vebin em xwe berpirsyar dibînin’
Ozguneş da zanîn ku ev nêzî du salan e ku şer û pevçûnên ku nêzî nîvsedsalekê li Bakurê Kurdistanê didomiya, bi hêviya pêkhatina aştiyeke birûmet û mayînde rawestiyaye û ev tişt gotin: “Ev derfeteke gelekî girîng e ku divê bi baldarî û hestiyariyeke zêde bê bikaranîn. Di vê qonaxê de, wek rewşenbîrên Kurdistanê ji bo rê û deriyên diyalogê vebin em xwe berpirsiyar dibînin ku rayedar bên teşwîqkirin. Lewre em di wê baweriyê de ne ku divê tevahiya arîşeyan bi diyalogê bên çareserkirin. Nijadperestî û netewedewletê sedsalek berhewa kirin, divê di sedsala nû de wekhevî û demokrasî bi ser kevin. Divê hemû nasnameyên etnîkî, çandî û olî bikaribin bi awayekî azad bi hev re bijîn. Divê azadiya jinan pêk bê û dengê ciwanan li her derê bikaribe berz bibe.”
‘Bi hestiyariyeke entelektuel, dengê xwe li dengê me zêde bikin’
Hasan Ozguneş anî ziman ku polîtîkayên înkar û tecrîdê yên ku di destê desthilatdaran de bûne amûrên birêvebirinê yên ku bi dehan salan e tên ceribandin, bi têkoşîn û berxwedana gelê Kurd êdî riziyane û bêwate bûne û wiha domand: “Dorpêça siyasî û bîrdozî ya li ser gelê Kurd hatiye belavkirin. Polîtîkayên şer û tecrîdê yên ku qeyranên civakî û aboriyê kûrtir dikin êdî bi hişekî û zimanekî zelaltir ji aliyê rêjeyeke zêde ya civakê ve tên redkirin. Tevahiya civakê dizane û dipejirîne ku Serokê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan muxatabê sereke yê vê pêvajoyê ye û aliyekî vê pêvajoyê bi yekdengî cenabê wî wek sermuzakerevan pênase û destnîşan dike. Lewre em, yên ku navên wan li jêrê ne, ji hemû kes, sazî, rêxistin, desthilatdarî û aliyên ku xwe wek berpirsiyar dibînindixwazin ku demildest dev ji polîtîkayên şer û tecrîdê berdin û di çarçoveya hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan de gavên çêker bavêjin. Divê rê û deriyên diyalogê yên bi Abdullah Ocalan re bi awayekî mayînde bên vekirin, tecrîda li ser wî bê bidawîkirin da ku bi rêya diyalog û danûstendinan kêşe û arîşe çareser bibe, daxwaza aştî û azadiya civakî ya gelan pêk bê. Her wiha, em bangî tevahiya nivîskar, rewşenbîr, wêjekar û ramanwerên xwe yên ku xwe berpirsyarên azadiya civakê, çavkaniya demokratîk û siyaseta demokratîk dibînin dikin ku bi hestyariyeke entelektuel, dengê xwe li dengê me zêde bikin.”
Navên nivîskarên ku piştgiriyê dane bangê ev in:
“Mûsa Şanak, Rifat Ronî, Abdurrahman Bakir,Turabî Kîşîn,Mehmet Faysal Ozdemîr,Masûm Xemgîn,Cemal Babaoglu,Adil Qazî, Ercan,Ahmet Yalçinkaya, Mîrza Mihemedê Şêrwî,Diba Ermîş Keskîn,Gulîzar Seyhan,Eyyup Guven, Yasemîn Demîrkaya,Kayahan Şan,Ahmet Çavli,Bîrgul Ozgul,Cuneyt Demîr,Mevlût,Xembar Farqinî,M. Şîrîn Burga,Şahabettîn Demîr,Yaşar Kaya,Hatîce Dayan,Adîle Ozer,Velî Bîngoltekîn,Mehmet Guzel,Abdulmenaf Dînler,Ahmet Has,Messo Bedirxanî,Hogir Berbir,Bedirhan Alakûş,Kahraman Oguz,Metîn Ozkan,Salihê Mewali,Nurettîn Gokalp,Mazîçinê,Abdullah Ongullu Şêrwî,Huseyîn Taşdemîr,Tahsîn Aktaş,Halîl Dogan,Jêhat Rojhilat,Mehmet Akdogan,Leyla Saraç,Rohat Bulut,Haci Ozkal, Îsmaîl Dîndar, Mîhdî Perînçek, Rodî Zinar,Feratê Dengizî, Ahmet Tekdemîr, Hasan Ozguneş,Şehrîban Defîşet, Nazim Kok, Aytenxan, Mesût Uçkaç, Cebelî Akyol / Zaza Cebelî, Nûrcan Delîl, Reyhan Serhan, Rêdûr Dîjle, Fatêxan Taşli Tunç, Gulan Zozan, Fevzî Çetîn, Şevger Çolo, Yousef Mantk, Melevan Resûl, Elîxan Loran, Kamiran Simo Hêdilî, Kemal Bakan, Mehmet Saît Arzû, Yasemin Elban, Bahadîn Robar, Servet Ozkan, Herdem Merwanî, Mem Bawer, Mîna Acer, Serhildan Azad, Rojbîn Perîşan, Sebrî Vûral, Bedrî Adanir, Mehmet Sogut, Muslum Aslan, Mehmet Karakûş, Osman Kapan, Ednan Dogan, Enver Enkî, Brûsk Bagok, Weysel Avci, Elmo Begarî, Mehmet Şahîn, Huseyîn Surgeç, Sedat Can, Roger Sozdar, Niyazi Yaşar, Vasfi Ak,Ziya Şekir,Aziz Aksu, Serkeft Botan, Mahmut Baril, Seyrana Celad,Siwar, Semire Demirel, Emin Aksu, Roza Metîna, Edip Berk, Sultan Yaray, Weysî Varli, Weysel TIRPAN, Ahmet Çelik, Yaşar Eroglu, Ahmet Tamîr, Orhan Sakci, Azad Zal, Esra Sadikoglu, Leylana Siddiq, Aryen Mendi, Mulkiye Tekin, Dildar Welat, Arzu Savaş Derman, Suphi Soylemez, Ronahî Farqînî, War Botan, Mehmet Veli Karadeniz, M. Çiya Mazî, Roj Agir, Nesrîn Navdar, Adîl Ercan, Omer Fîdan, Mehmet Devîren.”







