DAIŞ'iyan li Reqayê banga şerîatê kir!
- 12:20 23 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên DAIŞ'ê ku ji hêla HTŞê ve serbest hatin berdan li Reqayê daxuyaniyek dan çapameniyê û banga lixwekirina kincên şerîatî li tevahiya jinan kirin.
Endamên DAIŞ'ê yên di dema êrişên HTŞ'ê de ji Qampa Holê serbest hatin berdan li Reqayê daxuyanî dan. Koma DAIŞ'iyan pankarta ku spasiya çeteyên HTŞ'ê dike vekir, dirûşmên tekbîrê berz kirin. Di daxuyaniyê de bang li tevahiya jinan hate kirin ku çarşefên reş yên li gorî şerîat li xwe bikin.







