Strana ‘Keziyên Keça Kurd’ hate weşandin’
- 14:31 23 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya kampanyaya "Hûn keziyek bibirin, em ê bi hezaran bihunin" stranek bi navê "Keziyên Keça Kurd" hate weşandin.
Çeteyên hikumeta demkî li Rojavayê Kurdistanê êrişî mirovahiyê dikin. Çeteyên hov bi taybet jî jinan dikin hedef û dixwazin îradeya gelê Kurd bi kiryarên xwe yên qirêj bişkînin. Piştî ku di medya dijîtal de çeteyan hinek dîmenên dijî jinan belav kirin, jinên Kurd yekser helwesta xwe nîşandan û kiryarên qirêj şermezar kirin.
Kampanyaya bi navê "Hûn keziyek bibirin, emê bi hezaran bihunin" dan destpêkirin, porê xwe hunandin û li ser medyayên dijîtal parve kirin.
Kampanya cihê xwe di cîhana hunerê de jî cihê xwe girt. Di vê çarçoveyê de strana "Keziyên Keça Kurd" ku ji aliyê Delîl Cemal ve hatiye nivîsîn û ji aliyê Dana Helelbceyî ve hate hilberandin, hate lidarxistin.







