Kongra Star: Porê jinan nîşana îradeyê ye ku nayê şikandin

  • 16:16 23 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star li bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku her keziyeke porê jineke Kurd nîşaneya îradeyê ye ku nayê şikandin.
 
Kongra Star li bajarê Dirbêsiyê îro der barê sûcê çeteyekî hikumeta demkî de ku piştî keziyên şehîdeke Kurd birî, daxuyaniyek da.
 
Daxuyanî, ji hêla endama Kongra Star Nisrîn Xelîl ve li ber Mala Jinan a li bajêr bi beşdariya bi dehan jinan hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca sûcên çeteyan li dijî jinên Kurd ew e ku îradeya wan bişikînin û wan bê deng bikin û got: "Lê hewldanên dijminan dê bi ser nekevin."
 
Daxuyaniyê da zanîn ku êrişa li dijî jinên Kurd ne tenê bi kuştina fîzîkî ve sînordar e, lê di heman demê de êriş li dijî nîşan û sembolên wan jî tên kirin. Her wiha bûyera birîna keziyên şervanekê piştî şehadeta wê, bi bîr xist û destnîşan kirin ku ev sûc tirsa dijmin a ji jinên Kurd û porê wan nîşan dide.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jinên Kurd dê her pêşengên berxwedanê bin û bê deng nemînin, lê dê têkoşîna xwe bidomînin û rûmeta xwe û azadiya gelê xwe biparêzin û hate gotin: "Her keziyeke porê jineke Kurd nîşaneya îradeyê ye ku nayê şikandin.”