Awazê Çiya: Rojava rûmeta me ye

  • 22:40 23 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Awazê Çiya bi peyama “Rojava Rûmeta me ye” û berxwedana gel silav kir û Koma Awazê Çiya, strana ku çêkirine diyarî kesên jiyana xwe ji dest dane kir.
 
Koma Awazê Çiya ku bi berhemên xwe berxwedana gelê Kurd ji cîhanê re radigihînin bi peyama “Rojava Rûmeta me ye” berxwedana gel a li Rojava silav kir. Komê strana ku çêkirine, diyarî hemû şehîdan kir.
 
‘Li Rojava hewl tê dayîn nirx bên tunekirin’
 
Di daxuyaniya ji aliyê  Awazê Çiya ve hat dayîn wiha hat gotin: “Me li ser van axên pîroz bi awakî komînal, kolektîf û bi pir rengiyê jiyanek saz kiriye. Lê pergala faşîst a ku tene berjewendiyê xwe difikire, bi êrîşên xwe yên dawiyê yên li ser gele Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê van pîroziyan yek bi yek bin pê dike û tune dike. Dixwaze civaka mirovahiyê li ser rûyê erde xelas bike.”
 
Di daxuyaniyê balkişandin ser banga aştî û civaka demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxuyakirin ku gelê Kurd li dijî êrîşan bi hêza civakî berxwe dide.
 
Balkişandin ser girîngiya têkoşînê
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat vegotin: “Hunermendên azadîxwaz û demokratik pêşengên vê deme ne. Çawa ku gelê me sînor qetandin, deriyên heyî ruxandin, xwe gihandin berxwedana rûmetê, çawa ku hunermendên TEVÇAND’ê li Rojava bi hemû hêza xwe niha di nava berxwedaniyê de ne hem bi deng, hem bi saz, hem bi çeka xwe rûmeta gele xwe diparêzin, hemû hunermendên Kurd jî bi berhem, xebat, têkoşîn û serhilderiya xwe beşdarî vê pêvajoyê bibin.”
 
‘Divê berxwedan bê mezinkirin’
 
Di dawiya daxuyaniyê de banga mezinkirina berxwedanê hat kirin û wiha gotin: “Dile me yek e, cenga me yek e, li hember neyaran hêza me yek e, îro li Kurdistanê dema cenga rûmete ye.Wê berxwedaniya gelê Kurd bi ser bikeve. Bîjî berxwedana gele Kurd. Bîjî berxwedana Rojava, Bimre dagirkerî.”