Yên tevli berxwedanê bûn:Em ê carek din bi ser bikevin

  • 19:27 24 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên ji bajarên Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê tevlî berxwedana Hesekê bûn gotin: "Em ê li vir careke din bi ser bikevin."
 
Welatiyên li bajarê Hesekê, bi coş û moralekî mezin konvoya gel a ji bajarên Dirbêsiyê, Amûdê û Qamişloyê tevlî berxwedana Hesekê bûn, pêşwazî kirin.
 
Di dema pêşwaziyê de dirûşmeyên ,“Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Hesekê” hatin berzkirin.
 
Fermandar Viyan Adar ku li ser navê YPJ’ê axivî, pesnê piştevanî û helwesta gelê Kurd a li Kurdistanê û Ewropayê ji bo Rojava da. Viyan Adar diyar kir ku tiştên ku li herêmê diqewimin, komploya li dijî Rojava û şoreşê ye û anî ziman ku Koalîsyona Navneteweyî ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi wan re şer kir, niha bi hikûmeta demkî re dixebite ku xwedî paşerojek cîhadîst e.
 
Hevserokê Kongreya Îslamî ya Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan jî li ser navê bajarê Qamîşloyê axivî û diyar kir ku îro ji bo Kurdên li Kurdistanê û li her derê roja yekîtiyê ye.
 
Welatiya bi navê Leyla Selman ku li ser navê xelkê bajarê Amûdê axivî, kêfxweşiya xwe ji ber piştevaniya Kurdan bi berxwedana Rojava re anî ziman û wiha got: "Rojava wê wekî her carê bi ser bikeve û nekeve."
 
Edle Misto ku li ser navê gelê Dirbêsiyê axivî jî diyar kir ku îradeya Kurdan ji aliyê kesî ve neyê şikandin û yekîtiya Kurdan wê hemû êrîş û komployan têk bibe.
 
Ji ciwanên Başûrê Kurdistanê Şehba Haşîm jî anî ziman ku ew ji bo parastina Kurdan li vir in.
 
Piştre bi sedan wesayît, ji bajarê Hesekê û kolanên wê geriyan.