Parêzvana maf Ateret Shmuel: Em nikarin li zilma li Rojava temaşe dikin
- 09:04 25 Çile 2026
- Rojane
Melek Avci - Oznur Deger
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvana mafên mirovan a Îsraîlî, Ateret Shmuel da zanîn ku bêdengiya li dijî êrîşên li ser Rojava nayê qebûlkirin û got: “Hemû cîhan deyndarê Kurdan e. Ev ne şerê navbera netewa, ev şerê navbera başî û xerabiyê ye. Welatên Rojava vê ji nedîtîve bên wê dor bê wan.”
Çeteyên HTŞ’ê êrîşên xwe yên li dijî Rojava bê navber didomînin û cîhan ji bo Rojava li ser piyan e. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî îlan kir û bi sedan ciwanên Kurd bersiv dan bangê û berê xwe dan Rojava. Ji welatên cuda yên cîhanê jî dostên Kurdan ji bo bibin dengê Rojava têkoşînê dimeşînin.
Parêzvana mafên mirovan a Îsraîlê Ateret Shmuel der barê êrîşên li ser Rojava de nirxandin kir.
‘Li Îsraîlê em wek gel li cem we ne’
Ateret Shmuel da zanîn ku Kurdistanek azad ji bo ewlehiya cîhan û Rojhilata Navîn û îstîkrarê pêwist e û got: “Em li Îsraîlê wek gel li cem we ne. Em dibînin hûn çi dijîn. Em tundiya hovane dibînin. Em dibînin ku Kurd li diJî komên terorîst di eniya pêş a têkoşînê de ne.”
‘Cîhana ku vê têkoşînê nebînie wê dor bê wê’
Ateret Shmuel diyar kir ku cîhan vê têkoşînê nabînin an jî ji nedîtîve tên û wiha vegot: “Qetilkirina sîvîlan tiştên li Rojava tên jiyîn bandorê li me hemûyan dikin. Divê cîhan vê bibîne. Ger ku nebîne wê dor bê wê jî..Ev 23 sale ez di qada mafê mirovan a navneteweyî de dixebitim. Heta niha zilma herî xerab li gelê Kurd hatiye kirin. Ez ji têkoşîna gelê Kurd îlhamê digirim. Ev çavkaniyeke îlhamê ya bê dawiye. Ez wisa dibînim.”
‘Em nikarin wek temaşevan bimînin’
Ateret Shmuel destnîşan kir ku zilma li Rojava nayê qebûlkirin û got: “Divê em temaşevan nemînin. Di vê pêvajoya ku Trump li ser peywirê ye bi rastî em nizanin çi li bendê me ye. Ji ber dema Trump tiştekî dibêje dixwaze tiştekî bike. Mirov nizanin ev mêr wê çi bike. Lê bawerim derkeve û ya rast bike. An jî wê encamên wê giran bin.”
‘Li Îranê 5 rojan de 50 hezar kes mir’
Ateret Shmuel balkişand ser êrîşên rejîma Îranê yên li ser gel û daxuyakirin k udi êrîşên rejîmê yên 5 rojan de 50 hezar kes hatine qetilkirin û got: “Ev binpêkirina mafan a mezine. Bikaranîna çekên kîmyewî, guleyên rast, sewqkirina mîlîsên biyanî ev hemû binpêkirina mafin. Ev li dijî hiqûqa şer û hiaqûa navneteweyî ye. Wek keseke ji Îsraîlê ev du sale guherînên li cîhanê dişopînim. Ji 7’ê cotmehê heta niha jin , zarok, bebek û sivîl tên qetilkirin. Kurd her tim ji bo parastina gelan di eniya pêş de cih girtin. Hûn her tim di eniyên pêş ên şer de bûn. Niha tiştên li Rojava pêk tên wê aliyê jeopolîtîk yê cîhanê diyar bike. Ev ne şerê navbera netewên cuda de ye, ev şerê navbera başî û xerabiyê de ye.”
‘Cîhan deyndarê Kurdan e’
Ateret Shmuel diyar kir ku Kurdistan ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji bo ewlehî û îstîkrara hemû cîhanê pêwist e û hemû cîhan deyndarê Kurdan e. Ateret Shmuel wiha dawî lê anî: “Lê ev deyn bi terkkirina Kurdan a ji DAIŞ’ê re tê kirin. Hûn şervanin. Ez dema vîdeoyên Kurdan yên têkoşînê temaşe dikim kelecanî dibim. Hûn niha li qonaxeke krîtîk de ne. Ewlehî û serdestiya Kurdan ji bom e hemûyan pêwiste.”







