Jinên ku li Yemenê hatine revandin aqubeta wan nayê zanîn
- 14:29 25 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yemenê di warê mafên mirovan de, binpêkirinên mafên mirovan zêde dibin. Ji ber tunebûna dewletê û pevçûnên çekdar, sûcên li dijî jinan zêde dibin. Hûsî rojnameger û aktivîstan digrin, kes nizane aqubeta wan çi ye.
Yemen di pêvajoyeke krîtîk de ye. Di rojek de gelek jin tên kuştin, rojnameger û activist bi awayekî veşartî tên revandin. Van kiryarên ku ji aliyê Hûsiyan ve tên kirin, bi awayê veşartî didomin.
24’ê Çileya 2026’an li bajarê Aden û Taîzê û Sana yên Yemenê sê bûyerên kuştinê yên hovane qewimîn. Ev rewş nîşan dide ku bi awayê azad çekan digrin, kaos serdest e û şîdet her diçe zêdetir dibe. Bûyerên bi vî rengî ji sala 2011’an ve piştî hilweşîna pergalê didomin.
Di rojek de sê bûyerên kuştinê
Bûyera hovane ya li navçeya Şurab es-Selam a Taîzê li herêma El-Asila ya di bin kontrola Husiyan de qewimî. Kesên çekdar, Dr. Wefa Muhammed Seyf Serhan li malê li ber çavên zarokên wê bi 30 guleyan kuştin.
Bûyera duyem, li navçeya Khormaksar a Adenê, li Taxa El-Saada qewimî. Mêrek hevjîna xwe kêr kir, jinê hewl da bireve û ji cîranên xwe alîkarî xwest lê beriya bigihîje nexweşxaneyê mir. Piştî cînayetê, mêrê ku li xwaringehek dixebitî xwe kuşt, bûyer li taxê bû sedema şokek mezin.
Bûyera sêyem jî li paytext Sana ya di bin kontrola Husiyan de qewimî. Kesên çekdar, gule li mala rojnameger Sabah El-Şagdarî barandin lê ew û zarokên xwe her çendî tirsiyan jî bêyî birîndarî rizgar bûn.
Parêzvanên mafên mirovan, van bûyeran weke “hovîtiya li dijî jinan” bi nav dikin û balê dikşînin ku ev kaos ji ber tunebûna otorîteya dewletê çêdibin. Her wiha diyar dikin ku rayedarên siyasî, tenê bala wan li ser serê qoltixan û dewlemendiya bi riya gendeliyê ye.
Li gorî raporên navneteweyî, li Yemenê nêzî 6,2 milyon jin ji ber muameleya xirab û awayên îstîsmarê di bin xeterê de ne. Pêdiviya van jinan bi parastina şîdeta zayendî heye; Palana Mudaxeleya Mirovî ya 2025’an a NY’ê jî balê dikşîne ser vê rewşê.
Der barê kesên girtî de tu agahî tune ye
Rojnameger, ektivîst û wênegirên ku li wîlayeta Hudeida ji aliyê Hûsiyan ve hatine revandin tu agahî ji wan nayê girtin û der barê rewşa wan de her diçe fikar zêdetir dibin. Hûsî, cihên ku van kesan lê tên girtin nabêjin, rewşa wan a tendirustî û hiqûqî nayê zanîn.
Li gorî hinek raporan, dibe ku hinek ji wan biribin Sanayê lê rêxistinên mafan diyar dikin ku ev yek derew e û diyar dikin ku kesên girtî hê jî li girtîgeha îstîxbaratê Hudeidayê di bin mercên veşartî de girtî ne û tu ewlehiya jiyana wan tune ye.
Di meha Gulana derbasbûyî de Hûsiyan 13 kesan (rojnameger, aktîvîst û gelek jinên ciwan) revandibûn. Parêzvanên mafên mirovan ên navneteweyî, daxwaz kiribûn ku ev kes bi şert demildest werin berdan.







