Ji Kerboranê heta Rojava silav hat şandin
- 15:01 25 Çile 2026
- Rojane
MÊRDÎN – Li Mêrdînê bi girseyek mezin ji bo Rojava meş hat lidarxistin û careke din peyama xwedîderketina li Rojava derket pêş.
Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) têkildarî êrişên li dijî Rojava li navçeya Kerboran a Mêrdînê meşek li dar xist. Parlamenterên DEM Partiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes tev li meşê bûn. Girseya ku li ber avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Kerboranê kom bûn pankartên li ser “Bila êrişan rawestînin, Rojava hêvî ye, berxwedan e, azadî ye” û “Her xeleka porên me berxwedana me bihêz dike” dinivîsî û kezî li ser hilgirtin û dowîzên “Jin jiyan azadî”, “Bimre Koledar Bijî Kurdistan”, “Keziyên me tirsa we ye” , “Heke em nebin yek em ê herin yek bi yek” , “Berxwedan jiyan e” , “Rojava rûmeta me ye” û "Kobanê neket wê nekeve” rakirin. Girseya ku dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin jiyan Azadî”, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” berz kir heta Parqa Miradê Kinê meşiyan.
Li vê derê Parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz axivî.
‘Kurdistan yek e’
Saliha Aydenîz teqez kir ku bi rojan e Kurd li çaraliyê Kurdistan û cîhanê ji bo Rojava li ser piyan e û got, “Heta ku êrîş berdewam bikin, em ê li ser piyan bin, em ê bimeşin û em ê bi ser bikevin. Ji ber ku helwesta me helwesteke bi rûmet e. Em hemû gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê yên berxwedêr silav dikin. Em hemû dizanin ku Kurdistan yek e. Belê, wan ew kir çar parçe, lê em yek in. Li seranserê cîhanê, gelê Kurd ji bo Rojava bûye yek deng, yek bêhn. Bila dewletên navnetweyî helwesta Gelê Kurd û dostên wan baş bibîbin.”
‘Bila li dîrokê binêrin’
Saliha Aydenîz destnîşanî berxwedana Kobanê kir û wiha anî ziman: “Çawa ku em xwedî li Kobanê derketin, em ê bi heman awayî xwedî li Rojava jî derbikevin. Ji ber ku em zanin Rojava berxwedaneke demokratîk dide. Kesên ku dixwain kurdan tune bikin, bila li dîrokê binêrin. Kurd ne li hember Îskender û ne jî li hember Tîmûr serî netewandin û niha jî serî natewînin.”
‘Kesên bêdeng in hevkarê vê komkûjiyê ne’
Saliha Aydenîz bilêv kir ku DAÎŞ û HTŞ xwedî heman zihniyetê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Rojava xwîn tê rijandin. Kesên ku li hemberê vê bêdeng dimînin hevkarê vê komkûjiyê ne. Dixwazin Kobanê bixin. Ji ber vê yekê hemû çavkaniyên jiyanê yên Rojava birîn. Duh 5 zarok ji sermaye jiyana xwe ji dest dan. Kesên bêdeng in hevkarê vê komkûjiyê ne. Bila baş zanibin ku Gelê Kurd her tim li ser piyan e û dê li ser piyan bimîne jî.”
Saliha Aydenîz bal kişand ser bangawaziya 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Birêz Ocalan banga aştî û civaka demokratîk kir. Li Enqereyê aştiyê diaxivin û li aliyê din êrîşê Rojava dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Herî zêde em xwedî li vê pêvajoyê derdikevin. Li gelek bajaran em gelek baş dizanin ku DAÎŞ’ê çi kir, hûn jî vê yekê gelek baş dizanin. Lê ligel vê yekê jî piştgiriya wan dikin. ”
Piştre welatiyekî li hember keziya jineke şervan a YPJ’ê ku hatibû birîn, wek bertek porê xwe birî.
Piştî daxuyaniyê girse heta avahiya DEM Partiyê ya navçeyê bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin ve meşiyan.







