'Li derdora destkeftiyên şoreşê kom bibin'

  • 11:25 26 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YPJ’ê di daxuyaniya xwe ya bi boneya salvegera 11’an a serkeftina Kobanê de diyar kir "Em bang li tevahî gelê xwe dikin ku li derdora destkeftiyên şoreşê kom bibin da ku em bi ruhê yekitiya neteweyî xwedî li hebûn û îradeya xwe derkevin.”
 
Fermandaroya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi wesîleya salvegera 11’an a serkeftina Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê, daxuyaniyek weşand.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "Berxwedana ku di kolanên Kobanê de hate meşandin çarenûsa gelekî gûhert. Têkoşîna Kobanê  di jiyaneke azad û bi rûmet de israrkirin e. Kobanê bi berxwedana xwe ya dîrokî, ji tevahî mirovahiyê re bû îfadeya hêviya rojên azad."
 
Di daxuyaniyê de wiha hat domandin: "Kobanê bi mehan di nava dorpeçeke giran de ma û çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî herî hovane êrişî Kobanê kirin. Li hemberî hemû hovîtiyên çeteyên DAIŞ’ê jî, li serê her kolaneke Kobanê di pêşengtiya şervanêm YPJ’ê û bi piştevaniya gelê me destanên qehremaniyê hatin nivîsandin. Îro jî cardin heman feraseta cîhadîst a ku di tu qadên jiyanê de hebûna jin nasnake, bi komên xwe yên çete êrişî tevahî Rojava û bi taybet jî Kobanê dike. Ev êrişên ku tên kirin, jiyan û ewlehiya gelê me dike xetereyeke mezin. Armanca êrişên sala 2015’an çi bûn, yên îro jî heman armancê dihewîne. Cardin bi van êrişan dixwazin gelê me bi qirkirinekê re rû bi rû bihêlin.
 
Gelê me ji bo bidestxistina azadiyê gelek berdelên giranbûha da. Serkeftina mezin a Kobanê ya di 26’ê Çileya 2015’an jî bi sekna gelê me yê leheng hate bidestxistin. Ji ber wê jî li hemberî van êrişên ku destkeftî û îradeya  gelên me dike armanc, encax bi rûhe şerê gel ê şoreşgerî dikare serkeftin were bidestin. Li ser vê esasê em bang li tevahî gelê xwe dikin ku li derdora destkeftiyên şoreşê kom bibin da ku em bi ruhê yekitiya neteweyî xwedî li hebûn û îradeya xwe derkevin.
 
Em wek Yekîneyên Parastina Jin di şexsê şehîdên xwe yên nemir Arîn, Rêvan, Gelhat, Herdem,
Ivana Hoffman, Sarya Ozgur û tevahiya şehîdên xwe yên şoreşa Rojava bi bîr tînin, em soza xwe ye pêkanîna xeyalên şehîdan nû dikin. Wê rihê berxwedana Kobanê serkeftina me teqez bibe.”